Hewlêr (Rûdaw) – Maddeya 14 a projeyasaya bûdceya Iraqê taybet bi Herêma Kurdistanê ye û çend xalên wê hene ku bûne sedema nakokiya. Parlamenterên YNK, Nifşê Nû, Komel û Yekgirtûyê li dijî rakirina xala neçarkirina hukûmeta Herêma Kurdistanê bo vegerandina mûçeyên paşketî. PDK jî dibêje ku ew ligel vegerandina mûçeyên paşketine, lê bi şertê ku pereyeke taybet were veqetandin.
Parlamentoya Iraqê, ji bo dengdan li ser wan xalên, ku di projeyasaya budce de mane dicive.
Di civîna doh de, parlamentoya Iraqê deng li ser 12 madeyên projeyasaya budceyê da heta niha bi giştî 20 madde hatine pejirandin, lê di dema dixwestin deng li ser maddeya 14ê bidin nakokî derketin civîn hate paşxistin.
Parlemana Iraqê, dengdana li ser maddeyên 14,15,16 û 17 paşxistin , îro careke din deng li ser wan tê dan.
Madeyên 12 û 13 ku taybet in bi Herêma Kurdistanê, hatine pejirandin lê niha maddeya 14ê maye ku nakokî li ser hene.
Endamê Fraksyona PDKê Çiyayî Teymûr ji Rûdawê re got ew hêvî dikin ku hemû alî pabendî rêkeftinan bin, lê eger rêkeftin neyên cîbicîkirin ew deng nadin projeyayasa budceyê û dibe ku ji civînê derkevin.
YNK: Em ligel wê ne ku miamele rasterast bi Silêmaniyê re kirin
Endamê Parlamentoya Iraqê yê ser bi fraksiyona Yekîtiya Niştamanî ya Kurdistanê (YNK)e Biryar Reşîd ji Rûdawê re got: “Ew tiştên di maddeya 14an de hatine nivîsandin em red dikin. Divê bibe weke berê û em her hewlekî bo armanca birrîna budceya Herêma Kurdistanê em red dikin û qebûl nakin.
Parlamenterê YNKê da xuyakirin, piştevaniya bicihanîna du xalên maddeya 14an dikin û ji bo vegerandina mûçeyên paşketî û miamelaya raste rast a Bexdayê bi parêzgahan re hebe, ew hemû hewlên xwe didin.
PDK: Divê pere ji bo mûçeyên paşketî were veqetandin
Endamê Parlamentoya Iraqê yê ser bi fraksiyona Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Şêrwan Dubardanî ji Rûdawê re got ku birgeya maddeya 14 a ku dibêje di heyameke diyar de eger pirsgirêkên di navbera Hewlêrê û Baxdadê de neyên çareserkirin, dê budceya Herêma Kurdistanê were birrîn qebûl nakin.
PDK miameleya rasterast a Bexdayê ya bi parêzgeha Silêmaniyê red dike.
Di debarê mûçeyên paşketî de Dubardanî got: “Em dixwazin mijara mûçeyên paşketî were çareserkirin, kesek nîne ku bi evê yekê razî be, lê belê em nabêjin bila pere jê re bihê terxankirin û paşî hîngê deng li ser bê dan.”
Di Maddeya 14 ya Projeyasaya Budceyê de çi hene?
Benda 1: Behsa fahatên petrolê dike, pereyên dahata petrolê dikevin ser hesabekî bankeyê, ku Wezareta Darayî ya Iraqê, li Banka Navendî ya Iraqê, vedike û hemû hesabên hevaleyê tên girtin.
Benda 2: Dîwana Çavdêriya Darayî û Wezareta Petrolê, bi hevahengiya ligel Dîwana Çavdêriya Darayî, ya Herêma Kurdistanê, hûrbîniyê di hemû hesabên bankî de dikin û dibin çavdêr.
Benda 3: Kompanyeya biyanî, hûrbîniyê di herdû hesabên bankeyê de dike, ji wan pereyên têde ne, yan pereyên lê tên razandin û jê tên derxistin.
Benda 4: Xişteya zanyariyên nîvê salê û salane, bi îmzeya Wezareta Darayî û Aborî ya Herêma Kurdistanê, Çavdêriya Darayî ya Herêma Kurdistanê û çavdêriya bankeyan tê amadekirin.
Benda 5: Pêkanîna lijneyeke hevbeş, bo pêdeçûna sektora petrol û gazê ya Herêma Kurdistanê.
Benda 6: Bendên yekem, duyem, sêyem, çarem û pêncem ên Maddeya 14 tên cîbicîhkirin, heta wê dema yasaya petrol û gazê diçe warê cîbicîhkirinê.
Benda 7: Eger her nakokiyek di navbera herdû hikûmetên federal û hikûmeta Herêma Kurdistanê de hebe, derbarê maf û erk û rêkaran de, ku di vê yasayê cîh digrin, lijneyeke hevbeş di navbera wan de tê pêkanîn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse