Fuad Husên: Rêkeftin li ser benda 7 a maddeya 14ê çêbû

10-06-2023
RÛDAW
Biryar bû rûniştina sêyem a parlamentoya Iraqê ya ji bo dengdana li ser proseya budceyê îro saet 17:00 pêk were
Biryar bû rûniştina sêyem a parlamentoya Iraqê ya ji bo dengdana li ser proseya budceyê îro saet 17:00 pêk were
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Şanda Danûstandinkar a Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Parlamentoya Iraqê Fuad Husên ragihand ku "rêkevtin li ser benda heftemîn a maddeya 14 a projeyasaya bûdceyê pêk hatiye."

Ew benda ku Fuad Husên behs kir û got rêkevtin li ser hatiye kirin, benda 7ê ya maddeya 14ê ya porjeyasaya bûdceya Iraqê ye û ku tê de dibêje: “Eger her nakokiyek di navbera herdû hikûmetên federal a Iraq û hikûmeta Herêma Kurdistanê de di heyama 30 rojan de neyê çareserkirin, komîteyek hevbeş di navbera wan de tê pêkanîn û dê komîte raporê amade bike û bide Serokwezîrê Iraqê û ew dê biryarekê bide.”

Biryar bû rûniştina sêyem a parlamentoya Iraqê ya ji bo dengdana li ser proseya budceyê îro saet 17:00 pêk were û herçende ku zenga rûniştinê lê daye,  lêbelê heta niha ew kombûn nehatiye destpêkirin û heta ku hejmara yasayî amade nebe nayê encamdan.

Seroka fraksiyona Partîya Demokrata Kurdistanê li Parlamentoya Iraqê Viyan Sebrî got: “Doh rêkevtin li ser maddeya 14 a projeyasa bûdceyê hatiye kirin, di birgeya dawîyê de tê gotin ku heger arîşe di navbera herdu hukûmetan (hukûmeta Herêma Kurdistanê û hukûmeta Iraqê) de çê bibe, dê komîteyek di navbera herdu alîyan de were pêkanîn û rapor û pêşnîyarên xwe ji Serokwezîrê Iraqê re binivîse û paşî dê biryarek guncayî bide. Lê dema ku ew hatin rûniştina parlamentoyê (rûniştina duh a parlamentoyê li ser budceyê), ew ji vê beşê vekişiyan û xwestin binivîsin; eger nakokî hebe, 15 roj weke dem bidin û paşê budceya Herêma Kurdistanê qut bikin.”

Seroka fraksiyona PDKê herwiha got: “Niha me li hev kir ku maddeya 14an, bi taybetî ew benda were rakirin, ku dibêje dê di nava mehekê de komîteyek were avakirin û paşê biryara xwe binivîse.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst