Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Çavkaniyên Avê ya Îraqê ragihand ku baranên dawî yên li seranserê welêt û Herêma Kurdistanê, ji bo zêdekirina rezervên avê derfeteke girîng in.
Wezaretê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de diyar kir ku welat rûbirûyî pêleke baranê ya dijwar bûye ku bûye sedema lehiyan û got:
"Ev rewş, ji bo vejîn û zêdekirina çavkaniyên avê ku di demsalên borî de bi rêjeyeke cidî kêm bûbûn, derfeteke krîtîk e."
"Baranê 120 milîmetre derbas kir"
Hat diyarkirin ku li hinek herêman rêjeya baranê 120 milîmetre derbas kiriye û ev yek bûye sedema lehiyan.
Wezaretê li ser herêmên ku baran li wan bariyaye ev agahî dan:
"Hewzên jorîn ên rûbarên Dîcle û Feratê, bi taybetî Zêyê Mezin û Zêyê Biçûk û hewza Feratê ji baranên zêde para xwe stand û di herikîna avê de zêdebûneke mezin hat dîtin."
Hat ragihandin ku ji bo bihêzkirina stokên avê, xebatên arastekirina avên lehiyê ya ji bo bendav û embaran berdewam dikin.
Piştgirî ji bo çandinî û jîngehê
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku baranên heyî dê hevsengiya çavkaniyên avê ji nû ve ava bike.
Ev av dê pêdiviya avdana zeviyên çandiniyê yên li hemû herêman û bi taybetî jî li parêzgehên naverast û başûr dabîn bike.
Vejîna çiravan
Wezareta Çavkaniyên Avê her wiha eşkere kir ku rezervên avê yên zêdebûyî dê ji bo hevsengiya ekolojîk jî werin bikaranîn û wiha pê de çû:
"Ava ku hatiye bidestxistin dê ji bo dagirtin û vejandina çiravan were bikaranîn ku asta ava wan bi awayekî cidî daketibû.
Her wiha ev av dê rewşa jîngehê ya li Şetulerabê baş bike û bandora şorbûnê ya li çavkaniyên avê yên parêzgeha Besreyê kêm bike."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse