ÎRAQ - Çarçoveya Hevahengiyê Nûrî Malikî dike namzedê serokwezîriyê

11 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Nûrî Malikî Îraq Çarçoveya Hevahengiyê Serokwezîrî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Çavkaniyekî ji nav Çarçoveya Hevahengiyê ji Rûdawê re ragihand ku ew dê Nûrî Malikî ji bo Serokwezîriya Îraqê bikin namzed.

Ofîsa Nûrî Malikî jî ev zanyarî piştrast kir.

Çarçoveya Hevahengiyê ya ku ji partiyên desthilatdar ên Şîeyan pêk tê ragihand ku ew di mijara avakirina hikûmeta nû û diyarkirina namzedê serokwezîriyê de gihiştine qonaxeke bipêşketî.

Li gorî daxuyaniya Ofîsa Ragihandinê ya Çarçoveya Hevahengiyê, civîna aliyên Çarçoveyê li ofîsa Muhsîn Mendelawî hatiye lidarxistin.

Di daxuyaniyê de hat gotin:

"Rojeva sereke ya civînê berdewamkirina hevdîtinên ji bo avakirina hikûmetê û zelalkirina navê serokwezîr bû."

Hat diyarkirin ku civîn di "atmosfereke erênî" de derbas bûye û di encamê de ji bo îstiqrara siyasî û berjewendiyên Îraqê pêşhatên girîng çêbûne.

Berpirsê Ragihandinê yê Ofîsa Nûrî Malikî, Yasir Telal ji Rûdawê re got, "Çarçoveya Hevahengiyê dê Nûrî Malikî ji bo Serokwezîriya Îraqê bike namzed."

Çavkaniyekî ji civîna Çarçoveya Hevahengiyê jî ji Rûdawê re diyar kir, "Di civîna îşev de piraniya endamên Çarçoveya Hevahengiyê piştgirî da namzediya Nûrî Malikî."

Heman çavkaniyê destnîşan kir, "Biryara dawî girêdayî erêkirina Merceiyeta Bilind a Olî û rewşa navneteweyî ye."

Li aliyê din, Endamê Ofîsa Siyasî ya Tevgera Hîkmetê Fehed Cibûrî ji Rûdawê re da zanîn, "Mihemed Şiya Sûdanî ji bo Nûrî Malikî ji namzediyê vekişiya."

Nûrî Malikî kî ye?

Navê wî yê temam Nûrî Kamil Mihemed Hesen El Malikî ye.

Sala 1950yî li navçeya Hîndiyeyê ya parêzgeha Babilê di malbateke Şîe de ji dayîk bûye.

Mastera xwe li ser Wêjeya Erebî kiriye.

Sala 1970yî tevlî Partiya Dewayê ya Îslamî bû.

Sala 1979an ji ber zextên rejîma Beasê Îraq terk kir û berê çû Îranê û paşê çû Sûriyeyê.

Li wir wekî serkirdeyekî mixalif li dijî Sedam Hisên xebitî.

Di navbera salên 2006 û 2014an de du serdeman Serokwezîrê Îraqê bû.

Dema ku DAIŞê êriş kir Malikî serokwezîr bû.

Ji ber ku di dagirkirina Mûsilê de berpirsyariyên xwe bi cih neanîn û pêvajo baş bi rê ve nebir, bû hedefa rexneyan.

Malikî bi hinceta ku "dê hêza Kurdan zêde bibe" rê li ber Pêşmergeyan girtibû ku ji bo piştgiriyê herin Mûsilê û Mûsil ji aliyê DAIŞê ve hatibû dagirkirin.

Ji sala 2014an heta 2018an Alîkariya Serokkomar kir.

Niha Sekreterê Giştî yê Partiya Dewayê ye.

Di heman demê de Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasayê ye ku yek ji fraksiyonên mezin ên Parlamentoya Îraqê ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst