Hewlêr (Rûdaw) - Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî yê Îraqê (UNAMI) Mihemed Hesen ragihand ku rêxistinên navneteweyî ji pêvajoya hilbijartinê ya niha bi temamî razî ne.
Li Îraq û Herêma Kurdistanê ji bo hilbijartinên gera şeşemîn a Parlamentoya Îraqê pêvajoya dengdanê saet 07:00an dest pê kir.
Zêdetirî 20 milyon dengder dê li zêdetirî 39 hezar sindoqan dengê xwe bidin.
Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî yê Îraqê (UNAMI) Mihemed Hesen îro li Bexdayê li ser hilbijartinên Îraqê ji rojnamegeran re aixivî û got:
“Em bi temamî ji pêvajoya hilbijartinê ya niha ku bi destê Îraqiyan tê kirin razî ne."
Mihemed Hesen tekezî li ser wê yekê kir ku serkeftina hilbijartinê pêwîstî bi wê yekê heye ku hemû aliyên têkildar xwedî hesta berpirsyariya siyasî bin.
Wî di vê çarçoveyê de hêviya xwe anî ziman ku hemû aliyên siyasî û nesiyasî rewşeke aram û birêxistinkirî biparêzin ku rêzê li pêvajoya hilbijartinê û îradeya xelke digire.
"Belgeya bipêşketina mezin a Îraqê"
Mihemed Hesen beşdarbûna Neteweyên Yekbûyî ya di organîzekirina nêzîkî 13 hilbijartinên Îraqê de bi bîr anî û hilbijartina îro wekî berhemê vê rêça dirêj a hevkariyê û belgeya bipêşketina mezin a Îraqê bi nav kir.
Wî her wiha got, “Hilbijartin îradeya azad a Îraqiyan û pêbendbûna wan a bi bijardeya demokrasiyê avakirina paşerojeke aramtir nîşan dide.”
Mihemed Hesen derbarê rola Neteweyên Yekbûyî jî got:
“Şanazî ye ji bo me ku me hinek navendên dengdanê ên li Bexdayê ziyaret kirin.
Her wiha ez dê hinek navendên din ên dengdanê ziyaret bikim. Di heman demê de berpirsên Neteweyên Yekbûyî li parêzgehên din ên Îraqê belav bûne.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse