Li Balafirgeha Bexdayê sefer hatin rawestandin

Duh li 08:57
RÛDAW
Nîşan Balafirgeha Bexdayê Baran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Veguhastinê ya Îraqê ragihand ku ji ber rewşa nebaş a hewayê, geştên asmanî yên li Balafirgeha Navneteweyî ya Bexdayê bi awayekî demkî hatine rawestandin.

Berdevkê Wezareta Veguhastinê ya Îraqê Meysem Safî îro Rûdawê re ragihand ku biryara rawestandina geştan ji ber rewşa hewayê û kêmbûna asta dîtinê hatiye dayîn.

Meysem Safî amaje pê kir ku li gel başbûna rewşa hewayê û asayîbûna rewşê, dê geştên asmanî dîsa dest pê bikin.

Pêleke baranbarînê Îraq û Başûrê Kurdistanê daye ber xwe û bandorê li jiyana rojane ya xelkê dike.

Her wiha ji ber baranê îro li parêzgeha Kerkûkê û şeş parêzgehên Îraqê li dibistan û saziyan betlane hat ragihandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst