PDK û YNK li ser namzedê Serokkomariyê li hev dikin?

Duh li 06:16
RÛDAW
Nîşan Faris Îsa Serokkomar Îraq Namzed
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Nûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li Bexdayê Faris Îsa ragihand ku divê Kurd ji bo Serokkomariya Îraqê namzedekî hevpar diyar bikin.

Faris Îsa got, "Serok Barzanî giringiyê nade kes û postan, giringiyê dide prensîban."

Li Îraqê aliyên siyasî li benda wê yekê ne ku Kurd li ser namzedê Serokkomariyê bigihîjin lihevkirinekê.

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) hîn li ser namzedekî hevpar li hev nekiriye.

Serokê Nûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li Bexdayê Faris Îsa ji Rûdawê re axivî û bi bîr anî ku posta Serokkomariyê mafê Kurdan e.

Faris Îsa got, "Bê guman divê hemû aliyên Kurd li ser namzedekî hevpar li hev bikin ku li Bexdayê nûnertiya xelkê Kurdistanê bike."

Serok Mesûd Barzanî û Serokê YNKyê Bafil Celal Talebanî 11ê Sibatê li Pîrmamê civiyabûn.

Li gorî zanyariyan, tê payîn ku rojên pêş me li Pîrmamê di navbera serkirdeyan de civîna duyem bê kirin.

Faris Îsa diyar kir ku di navbera her du aliyan de ji bo çareseriya pirsgirêkê pêşketineke baş çêbûye û got:

"Serok Barzanî wekî merciya bilind a Kurdistanê giringiyê nade kes û postan, giringiyê dide prensîban."

Namzedên PDK û YNKyê

Faris Îsa tekez kir, ew kesê ku diçe Bexdayê, çi serokkomar, çi wezîr an parlamenter be divê ne tenê nûnertiya partiya xwe, nûnertiya hemû Kurdan bike û parêzvanê mafên xelkê Kurdistanê be.

Niha ji bo Serokkomariya Îraqê 19 namzed hene.

Di nava namzedan de yên herî xurt namzedê PDKyê Fuad Hisên û namzedê YNKyê Nizar Amedî ne.

Mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê

Faris Îsa da zanîn ku li Herêma Kurdistanê pêşîniya hikûmetê garantîkirina mûçeyên welatiyan e û got:

"Em ji bo ku mûçe bêyî derengketin û di dema xwe de bên şandin, bi Bexdayê re di nav pêwendiyeke berdewam de ne."

Wezareta Darayî û Aborî ya Herêma Kurdistanê 10ê Sibatê ragihandibû ku mûçeyên Kanûna Paşîn a 2026an li ser hesabê wezaretê hatine razandin.

Lê belê mûçeyên Mijdar û Kanûna Pêşîn ên sala borî hîn nehatine şandin.

"Divê Bexda erkên xwe bi cih bîne"

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Faris Îsa diyar kir ku Hewlêrê hemû erkên xwe yên wekî hinartina petrolê bi rêya SOMOyê, radestkirina dahatên navxwe, hûrbînî û pêşkêşkirina lîsteyên mûçeyan bi cih anîne.

Faris Îsa her wiha got, "Tenê tiştek maye, ew jî ew e ku aliyê federal çawa miameleyê bi karmend û saziyên xwe dike, wisa miameleyê bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê û karmendên wê jî bike."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst