Heşda Şeibî droneke Îranî ceriband

15-06-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Heşda Şeibî ragihand, wan dronên Îranî yên ji curê Muhacir-6 bidest xistine û dibêje, piştî ku wan axa Iraqê parast ew dê esmanê wê jî biparêzin.

Desteya Heşda Şeibî duh 14ê Hezîranê di salvegera damezrandina wê hêza leşkerî ya Iraqê de ragihand, ku wan dronên Îranî yên ji curê Muhacir-6 bidest xistine.

Heşda Şeibî dîmenên wê curê dronê belav kiriye û di dîmenan de ew drona Îranî ji aliyê hêzên Heşda Şeibî ve tê ceribandin û armancên destnîşankirî bombebaran dike.

Heşda Şeibî dibêje, ew dron dê hêza rûbirûbûnê ya Heşdê zêdetir bike, û dê bibe yek ji çek û kelûpelên serbazî bo parastina ewlehî û aramiya Iraqê ji “grûpên terorîst û hêzên Amerîkî li Iraqê.”

Îran yek ji wan welatên cîhanê ye ku ketiye warê pîşesaziya firokeyên bê firokevan, û niha nêzîkî şeş cureyên dronên şer çê dike ku yên herî xuya Şahid û Muhacir in.

Muhacir-6 yek ji wan dronan e ku Îran berhem tîne, dikare bombeya zîrek hilgire û şiyana wê heye ku li armancên diyarkirî bixe. Herwiha ew curê drona Îranî dikare bi berdewamî zanyariyan bişîne navenda kontrolê û şiyaneke wê ya bihêz bo şopandin û çavdêrîkirinê heye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst