Muqteda Sedir: Ez beşdarî hilbijartinan nabim

15-07-2021
RÛDAW
Nîşan Iraq Muqteda Sedir
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Rêberê Tevgera Sedir, Muqteda Sedir di gotarekê de bo xelkê Iraqê ragihand, ew beşdariyê di hilbijartinan de nakin û berpisyariya hikûmeta Iraqê jî hilnagirin.

Muqteda Sedir di gotara xwe de bi awayekî zindî dihat weşandin, têkildarî hilbijartinên pêşwext ên Iraqê got, “Ji we re radigihînim ku beşdariyê di van hilbijartinan de nakim. Niştiman ji her tiştî giringtir e. Dest berdidim ji hemû kesên ser bi vê hikûmetê ve ne. Hikûmeta niha û ya pêşerojê, hemû û ewên xemsar in yan destê wan di gendeliyê de heye, hemû di bin lêpirsînê de ne, tekez dikim hemû di bin lêpirsînê de ne.”

Di beşeke din a gotara xwe de, Sedir derbarê çarenivîsa Iraqê de hişayrî da û got, “Ey gelê Iraqa mezin, îro daxwaz ji we tê kirin, Iraqê serbixin, li dijî gendelkaran, şûnketiyên wan û sazişkaran. Ez we agahdar dikim ji vê ku niştimanê xwe bifiroşin bi her nirxekê be. Niştiman ji hemû tiştî binirxtir e. Niştiman di dil de ye, di wîjdan de ye, em ne ji wan in ku niştiman têk bidin, niştimanê me zindî ye û namire, tevî ku dîlê sitem û xirabiyê be. Ez we agahdar dikim berî ku çarenivîsa Iraqê weke ya Sûriyê û Efxanistanê û welatên din lê bê, ku qurbaniyên destê siyaseta navxwe, herêmî û navdewletî ne. Iraqa me, iraqa pîrozî û şaristaniyê û serbilindiyê.”

Rêberê Tevgera Sedir destnîşan kir, ku ew ji berpirsyariyê narevin û got, “Ya li Iraqê rû dide, di çarçoveya pîlaneke şeytanî û navdewletî de ye, ji bo zelûlkirina gel û çemandin û şewitandina wê ye, ji tirsa aşiqên reformê ku gendeliyê şermezar dikin bi rêya hezkirina xwe ya bo welat, lê em ne ji wan in ku xwe biçemînin ji wan re, em tenê xwe ji Xwedê re diçemînin.”

Muqteda Sedir weke amaje bi rayedarên hikûmetê û partiyên siyasî da xuyakirin, “bila hemû kursî û postan ji xwe re bibin û bila niştiman ji me re bihêlin.”

Sedir hêvî kir, hilbijartina bê ya Iraqê bi awayekî serkeftî birêve biçe û diyar kir, “Hêviya serkeftinê bo vê hilbijartinê dixwazim, em hêvî dikin hemû çakexwazan serbixe û kesên gendel dûrbixe , lê ev jî zehmet e.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst