Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Meclîsa Parêzgeha Bexdayê û namzedê hilbijartinên Parlamentoya Îraqê Sefa el Meşhedanî, li herêma Tarmiyeyê ya bakurê Bexdayê hat kuştin.
El Meşhedanî bi bombeyeke ku bi otomobîla wî ve hatibû zeliqandin hat kuştin.
Sefa el Meşhedanî di çarçoveya kampanyaya hilbijartinê de dema kar dikir li navçeya Tarmiyeyê bû hedef.
Ev bûyer, wekî suîqesta yekem a di dema kampanyaya hilbijartinên parlamentoya Îraqê de hat qeydkirin.
Sefa Huseyn Yasîn Ebdullah el Meşhedanî namzedê Hevpeymaniya Serweriyê ya Sunî ya bi serokatiya Xemîs Xencer bû.
Hilbijartinên Parlamentoya Îraqê dê 11ê Çiriya Paşîn a 2025an bên kirin.
Parlamentoya Îraqê ji 329 kursiyan pêk tê, 320 ji wan giştî ne û 9 jî kota ne ku ji bo pêkhateyan hatine veqetandin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse