Hewlêr (Rûdaw) – Rêberê Tevgera Sedir, Muqteda Sedir têkildarî bûyera şewitandina baregeha PDKê li Bexdayê bertek nîşan da û ragihand, “Iraq dîlê hez û gendeliyê ye û di jêr kontrola zarokan de ye” û ji ber vê yekê xemgîniya xwe anî ziman û got, “mixabin bo Iraqê ku gur û dirinde têde serdest in.”
Muqteda Sedir li ser hesabê xwe yê twitterê, piştî şewitandina baregeha PDKê li Bexdayê, çend pirsan dike û ji xelkê Iraqê re dibêje, heta kengê tundûtîjî rikeberan kontrol dike? Heta kengê tundûtîjî û şewitandin û li xaçdanê çareser dibin?
Sedir herwiha dibêje, eger hûn Iraqî ne û azad in li niştimana xwe, ji Xwedê bitirsin.
Di peyama xwe de Sedir dibêje: “Ji Xwedê bitirsin bo aştiya civakî, çimku di metirsiyê de ye, çi bi serê we hatiye? Siyasetvan şerê hev dikin, partî şerê hev dikin, gel şerê hev dikin, bangxwazên reformê şerê hev dikin, xelkê ayîndost şerê hev dikin, xelkê sivîl û dost şer dikin, dijmin jî li vir û li wê me perçe perçe dikin.”
Rêberê Tevgera Sedir rexne li hêzên siyasî yên Iraqê digire û dibêje, dest ji dagîrkeran, teror û asayîkirina peywendiyan li gel Îsraîlê berdane û di nava xwe de ketine nav milmilaniyê. Sedir bang li wan aliyan dike û dibêje: “Hûn aqil nabin, ma hûn nzianin Iraq emanetek e ku divê biparêzin, ne ku bişewitînin.”
Ew hêzên Iraqê ku bi gotina Sedir bangeşeya wê yekê dikin ku dewlet xwedî serwerî be û îdiaya niştimanperweriyê dikin û dibêjin, dixwazin Iraqê ji dagîrkarî û terorê rizgar bikin, Muqteda Sedir ji wan re dibêje, ku “ew bi xwe karê terorê û dagîrkeriyê dikin.”
Rêberê Tevgera Sedir di dawiya twitta xwe de dibêje: “Iraq dîlê hez, gendelî û nezaniyê ye û di jêr kontrola zarokan de ye, mixabin bo Iraqê ku gur û dirinde têde serdest in.”
Îro Şemî 17ê Cotmeha 2020, hejmarek ji alîgirên Heşda Şeibî êrîşî avahiya Liqa 5 a Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ya li Bexdayê kirin û şewitandin. Di dîmenên vîdyoyî yên dema êrîşê de, tê dîtin ku alîgirên Heşda Şeibî, ji bilî şewitandina baregeha PDKê, Ala Kurdistanê jî dişewitînin û flamaya Heşda Şeibî li ser avahiyê bilind dikin, li ser vê bûyerê gelek karvedan çê bûn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse