Bexda (Rûdaw) – Parlamentera iraqî ya ji pêkhateya şîe Henan Fetlawî rexne li hejmara karmendên kurd digre û radigihîne: “Rêjeya kurd li Iraqê %12 ye, lê belê %30ê karmendên hemû Iraqê kurd in.” Parlamenterekî kurd jî bersiv dide Fetlawî û dibêje: "Hanan fêm nake û naxwaze jî ku fêm bike."
Parlamentera Iraqê ya ji pêkhateya şîeyan, Henan Fetlawî ku bi wê yekê tê naskirin, ku berdewam daxuyaniyên tund li dijî kurdan û serkirdeyên kurd dide, belgeyên rêjeya karmendên hemû wezaret û dezgehên fermî yên Iraqê belav dike ku di nav wan belgeyan de amaje bi rêjeya karmendên kurd jî tê kirin.
Li gor wan nivîsên ku Henan Fetlawî belav kirine, hejmara karmendên Herêma Kurdistanê 682 hezar û 21 kes e ku %23ê karmendên hemû Iraqê dike.
Fetlawî dibêje: “Eger karmendên kurd ên li Serokatiya Komar û Parlamentoya Iraqê li lîsteyê zêde bikin, rêjeya karmendên kurd digihîje %30ê karmendan û ew yek di demekê ye ku kurd %12ê rûniştvanên Iraqê pêk tînin.”
Li hember vê daxuyaniya Henan Fetlawî de, Biryarderê Komîteya Darayî ya Parlamentoya Iraqê Ehmed Hacî Reşîd di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re got: “Henan Fetlawî fêm nake û nawxwaze jî ku fêm bike. Çimkî rêjeya karmendên Herêma Kurdistanê gellek ji wê hejmarê zêdetir e ku wê belav kiriye, lê belê ew karmend ji pişka bûdceya Kurdistanê ku %17 ye mûçeyên xwe distînin nek ji Bexdayê. Her ji ber wê jî ew (Fetlawî) bi awayeke berdewam hejmaran tevlîhev dike.”
Daxuyaniya wê parlamentera şîe Henan Fetlawî di demekê de ye ku ji sala 2014ê ve Hikûmeta Iraqê him bûdce û him jî mûçeyên karmendên Başûrê Kurdistanê qut kirine û Hikûmeta Kurdistanê bi xwe mûçeya karmendan dabîn dike.
Ehmed Hacî Reşîd tekez jî kir: “Îsal piraniya ew kesên ku li Iraqê hatin damezrandin, bo sektorên leşekrî û ewlehiyê bûn û zêdetirî 20 hezar kesî hatin damezrandin, lê belê karên yasayî yên pêwîst jê re nehatiye kirin. Ji ber wê jî di projeya yasaya bûdceya Iraqê bo sala 2016ê de cihekê taybet ji wan 20 hezar kesan re tê dan.”
Li gor Komîteya Darayî ya Parlamentoya Iraqê, rêjeya karmendên hemû Iraqê 2 milyon û 900 hezar kes e. Biryar e îsal jî 34 hezar û 332 kesên din werin damezrandin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse