Balyozxaneya Amerîkayê: Erkê leşkerî yê Koalîsyonê vediguhere hevkariyeke ewlehiyê ya dualî

18-08-2025
RÛDAW
Nîşan Koalîsyon Îraq Amerîka
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Balyozxaneya Amerîkayê ya li Îraqê ragihand ku pêvajoya heyî ne bidawîkirina Hevpeymaniya Navneteweyî ya li dijî DAIŞê (Koalîsyon) ye.

Li gorî Balyozxaneya Amerîkayê erkê Koalîsyonê dê bibe hevkariyeke ewlehiyê ya dualî.

Berdevkê Balyozxaneya Amerîkayê ya Îraqê bersiv da pirsa Rûdawê ya “Gelo peymana Bexda û Bexdayê tê wateya guhertina erkê Koalîsyonê yan vekişîna ji Îraqê.”

Berdevk di bersiva xwe de got, "Ev nayê wateya bidawîbûna erkê Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Dijî DAIŞê.

Hewlên wê dê li cîhanê, zêdetir di bin serkirdayetiya sivîl de berdewam bikin."

Hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Dijî DAIŞê di sala 2014an de li ser daxwaza Hikûmeta Îraqê ji bo şerê li dijî DAIŞê hatibû avakirin.

Îraq û Amerîkayê sala 2008an Peymana Çarçoveya Stratejîk îmze kiribû.

Li gorî peymanê, piştî vekişîna hêzên Amerîkayê ya sala 2011an, erkê wan ji şer ji bo perwerdeyê hatibû guhertin.

Berdevkê Balyozxaneyê her wiha got, "Ev pêngav, guhertina erkê leşkerî yê Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Dijî DAIŞê li Îraqê ye ku ber bi hevkariyeke ewlehiyê ya dualî û klasîk ve diçe."

Baregeha Eyn El-Esedê ya li Enbarê, mazûvaniya hejmara herî mezin a rahênerên Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Dijî DAIŞê dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst