Yekîtiya Ewropayê ji Îraqê xwest ku hilbijartineke aştiyanê û bêkêmasî bike

19-10-2025
Ala Şalî
Ala Şalî
Berpirsa Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê Kaja Kallas / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Berpirsa Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê Kaja Kallas / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Kaja Kallas Fuad Husên Hilbijartinên Îraqê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Yekîtiya Ewropayê (YE) ji Îraqê xwest hilbijartinên bê yê Parlamentoya Îraqê aştiyane, berfireh û bêkêmasî bin be.

Encûmena Hevkariyê ya di navbera Îraq û Yekîtiya Ewropayê de îro li Luksembûrgê civiya.

Berpirsa Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê Kaja Kallasê serperiştiya civînê kir.

Kaja Kallas û Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Fuad Husên piştî civîna Encûmena Hevkariyê civîneke rojnamegerî li dar xist ku Nûçegihana Rûdawê Ala Şalî jî amade bû.

“Divê hikûmet bersiva daxwazên xelkê bide”

Kaja Kallasê got, “Îraqê daxwaza çavdêriya Yekîtiya Ewropayê ji bo hilbijartinê kiriye.

Ew hilbijartin ji bo Îraqê girîng in û pêwîst e aştiyane, berfireh û bêkêmasî bin.

Hilbijartin ji bo Îraqê ne tenê nîşana pêşketinê ye, her wiha derfetek e jî ji bo avakirin û paşerojê.

Girîng e ku hikûmet xwedî rojeveke berfirehtir a reforman be û bersiva daxwazên rewa yên xelkê yên ji bo birêvebiriyeke baştir bide."

“Demokrasî bûye beşek ji çanda me ya siyasî”

Fuad Husên jî di civîna rojnamevanî de got:

"Em kêfxweş in ku piştgiriya Yekîtiya Ewropayê ji bo hilbijartinê bi me re heye.

Ev cara şeşemîn e piştî guhertina [rejîmê] ya sala 2003yan, proseya demokrasiyê bûye beşek ji çanda me ya siyasî.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst