Li Mûsilê peykerê herî mezin ê gayê bibask hat dîtin, 2700 salî ye

20-09-2025
RÛDAW
Nîşan Mûsil Peyker Gayê Bibask Asûrî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Mûsilê peykerekî mezin ê gayê bibask ê ku tê texmînkirin 2700 salî ye û ji serdema Împaratoriya Asûriyan maye hat dîtin.

Pispor dibêjin ku ev berhem, peykerê herî mezin ê gayê bibask e ku heta niha di dîroka Asûriyan de hatiye dîtin.

Ev keşf wekî çavkaniyeke mezin a hêviyê ji bo vejandina mîrateya çandî ya Mûsilê ya piştî wêrankariya DAIŞê tê dîtin.

Di bin Mizgefta Pêxember Yûnis de hat dîtin

Berpirsa Şûnwar û Mîrateyê ya Mûsilê Ruveyda Mufakê ji Rûdawê re da zanîn ku peyker di Qesra Qral Esarhaddon de ku di bin Mizgefta Pêxember Yûnis de ye, ji aliyê şandeyeke hevpar a kolanê ya Îraq-Almanyayê ve hatiye derxistin.

Ruveyda Mufakê got, "Ev gayê ku ji kevir hatiye çêkirin, wekî duyemîn gayê bibask ê herî xweşik ku heta niha hatiye dîtin, tê nirxandin."

Hêviyeke nû piştî wêrankariya DAIŞê

Ev berhema kêmpeyda ku dewlemendiya Împaratoriya Asûriyan a ku sedsala 7an a berî zayînê hikum kiriye nîşan dide, bi taybetî hêza hunerî û siyasî ya serdema Qral Esarhaddon radixe ber çavan.

Asûriya di dîrokê de qesr û deriyên bajarên xwe bi peykerên gayên bibask dixemilandin û bi vî awayî hem dîmeneke estetîk û hem jî semboleke parastinê diafirandin.

Li Mûsilê peykereke bi vî rengî, cara yekem salên 1990î dîsa li heman herêmê hatibû dîtin.

Lê belê, herêm di dema êrişên DAIŞê yên sala 2015an de rastî wêrankariyeke mezin hatibû û gelek berhemên kevnar ên li Muzeya Mûsilê hatibûn xerakirin.

Ji ber vê yekê, ev keşfa nû ji bo vejandina mîrateya çandî ya Mûsilê wekî çavkaniyeke girîng a hêviyê tê dîtin.

"Bilindahiya wî 6 metre ye"

Wezîrê Çandê yê Îraqê Ehmed Fekak Bedranî jî duh ew herêm ziyaret kir û li cihê wê lêkolîn kir.

Ehmed Fekak Bedranî got, "Li salona Qesra Qral Esarhaddon a li Mûsilê, peykerê gayê bibask ê herî mezin derket holê ku heta niha di dîroka Asûriyan de tê zanîn.

Bilindahiya peyker nêzîkî 6 metreyan e."

Wezîr her wiha da zanîn ku dibe ku di xebatên kolanê de peykerên din ên biçûktir jî werin dîtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst