BEXDA - KURD bi ALA KURDISTANÊ bûn yek!

20-11-2015
RÛDAW
Nîşan Kurd Kurdistan Ala Kurdistan Kerbela Bexda Şîe
A+ A-

Bexda (Rûdaw) – Partiyên siyasî yên kurdî yên di Parlamentoya Iraqê de derbarê bêrêzîkirin bi ala Kurdistanê li bajarê şîeyên Iraqê, Kerbelayê de daxuyaniyek hevbeş didin. Serokê Fraksyona PDKê Xesro Goran jî dibêje: “Bi şermezarkirina wî karî me pêwendî bi hinek kesatiyên diyar ên şîeyan kiriye.”

 

Serokê Fraksyona Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) di Parlamentoya Iraqê de Xesro Goran di daxuyaniyeke ligel Rûdawê de ragihand: “Piştî belavkirina vîdeoya bêrêzîkirin bi ala Kurdistanê, me daxwaz ji Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê Aram Şêx Mihemed kirk u helwestê nîşan bide û wî jî daxuyanî da. Lê belê em bi wê yekê nasekinin û di demek kêm de me dê bertekek hevbeş hebe û emê daxuyaniyek hevbeş bidin.”

 

Endamê Fraksyona Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê di Parlamentoya Iraqê de Newzad Resûl jî ji Rûdwê re got: “Eger me li Herêma Kurdistanê nêrînên cuda jî hebin, lê belê li Bexdayê em li ser hemû pirsên niştîmanî xwedî yek nêrîn û yek helwest in û me dê bertekek hevbeş hebe.”

 

Vîdeoyek li ser torên civakî belav bûye ku têde tê nîşandan, ala Kurdistanê li bajarekî Iraqê li ser erdê tê raxistin û xelk û otomobîl bi ser re derbas dibin.

 

Kesê ku li pişt kamerayê diaxive, dibêje, ewder Kerbela ye û serdankerên şîe û xelk bi ser ala kurdan de hatinûçûnê dikin.

 

Belavbûna wê vîdeoyê bertekên tund di nav gelê Başûrê Kurdistanê de çê kiriye û xelkê sivîl û kesayetiyên siyasî û rewşenbîr li dijî wê karî derketine û hêrsbûan xwe tînin ziman.

 

Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê Aram Şêx Mihemed derbarê sivikatîkirin bi Ala Kurdistanê li bajarê Kerbela ya Iraqê de îro daxuyaniyek da û bi tundî ew kar şermezar kir.

 

Aram Şêx Mihemed ji Rûdawê re ragihand: Her kesek û aliyek li pişt wî karî be, hewla çêkirina fitne, alozî û tundiyan dide di navbera pêkhateyên cuda yên Iraqê de. Herwiha xizmeta dijminan dike.

 

Aram Şêx Mihemed herwiha daxwaza zelalkirinê ji parêzgarê Kerbelayê kir.

 

Derbarê heman bûyerê de Endamê Encumena Parêzgeha Kerbelayê Macid Seîd Malikî jî ji Rûdawê re got: “Eger me arîşe û nakokî jî ligel desthilatdarên kurd hebin, lê me kîne li gelê Kurdistanê nîne û em amade nînin ku sivikatiyê bi gelê Kurdistanê bikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst