Peyama tund a Amerîkayê: Destê xwe ji hikûmeta nû ya Îraqê vekişînin!

21-11-2025
RÛDAW
Nîşan Mark Savaya Îraq Bexda Amerîka
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Nûnerê Amerîkayê yê Kar û Barên Îraqê Mark Savaya diyar kir ku ew çavdêriya Îraqê dikin û destûrê nadin destwerdan (midaxele) li Îraqê bê kirin.

Mark Savaya li ser siyaseta welatê xwe ya li Îraqê peyameke tund û zelal da û da zanîn ku Amerîka "bi hişyarî" çavdêriya pêvajoya avakirina hikûmeta nû ya Îraqê dike.

Berpirsê Amerîkayê her wiha got ku ew dê rê nedin ti aliyê derve destwerdanê bike.

Nûnerê Amerîkayê li ser hesabê xwe yê Xê got, "Ez plan dikim di demeke nêzîk de Îraqê ziyaret bikim û bi serkirdeyên sereke re bicivim."

Savaya got, "Îraq di sê salên borî de bipêşketineke berbiçav bi dest xistiye.

Em hêvîdar in ku di mehên pêş de jî em bibin şahidê berdewamiya vê bipêşketinê."

Hişyariya ji bo destwerdana welatên derve

Dîplomatê Amerîkî hişyarî da welatên cîranên Îraqê jî û got, "Em ji nêz ve çavdêriya pêvajoya avakirina hikûmeta nû dikin.

Bila zelal be. Amerîka qebûl nake û rê nade ku ti destwerdana derve di avakirina hikûmeta nû ya Îraqê de çêbibe."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst