Sudanî û Nêçîrvan Barzanî destpêkirina hinartina petrola Herêma Kurdistanê gotûbêj kir

22-02-2025
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) -  Nêçîrvan Barzanî û Mihemed Şiya Sudanî li Bexdayê li hevdû civiyan û destpêkirina hinartina petrola Herêma Kurdistanê gotûbêj kir.

 Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro beşdarî Konferansa Diyaloga Navneteweyî ya Bexdayê bû û gotarek pêşkêş kir.

Nêçîrvan Barzanî piştî pêşkêşkirina gotarê bi Serokwezîrê Îraqê Mihemed Sûdanî re civiya.

Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser hevdîtina Sûdanî û Nêçîrvan Barzanî daxuyamiyek belav kir.

Li gorî daxuyaniyê, di civînê de rewşa siyasî ya Îraqê û pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de hatin nirxandin.

Her du alî li ser wê yekê tekezî kirin ku divê di demeke nêzîk de pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê bên çareserkirin û hinartina petrolê ya ji Herêma Kurdistanê dest pê bike.

Her wiha di civînê de behsa meaşê karmendên Herêma Kurdistanê jî hat kirin û her du aliyan li ser wê yekê li hev kirin ku divê di demeke nêzîk de ev pirsgirêk jî were çareserkirin.

Di civînê de hat diyar kirin ku hinartina petrolê ya ji Herêma Kurdistanê dê bi Şirketa Bazariya Petrolê ya Neteweyî ya Îraqê (SOMO) re bê kirin û hemû dahat dê di bankeya navendî ya Îraqê de bên komkirin.

Her du alî li ser wê yekê jî li hev kirin ku pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de dê li gorî destûra Îraqê bên çareserkirin.

“Me çend mijarên girîng gotûbêj kir”

Nêçîrvan Barzanî li ser hevdîtina Mihemed Şiya Sudanî peyamek belav kir û diyar kir ku di hevdîtinê de rewşa ewlehiya herêmê û çend mijarên girîng gotûbêj kirine.

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de got:

"Ez gelekî kêfxweş bûm ku li Bexdayê bi dostê xwe Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sudanî re civiyam. Me di civîneke sûdwer de li ser pêşketinên dawî, rewşa asayîşa herêmê û çend mijarên girîng gotûbêj kir."

Li aliyê din, Serokwezîriya Îraqê jî derbarê hevdîtinê de daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di hevdîtinê de mijarên girîng ên welatî û pêşketinên têkildarî bicihkirina bernameya hikûmeta federal hatin gotûbêjkirin.

Serokwezîr Sudanî bal kişand ser guherînên di budçeya federal de ku di Parlamentoya Îraqê de hatine pejirandin û tekezî li ser wê yekê kir ku divê rêkeftinên di navbera aliyan de werin bicihkirin.

Sudanî diyar kir ku ev gav dê berjewendiyên neteweyî biparêzin, aboriya Îraqê xurt bikin û daxwazên gel bi cih bînin û bal kişand ser girîngiya destpêkirina bi lez a hilberîna petrola Herêma Kurdistanê û berdewamiya hinartina wê ya bi rêya Bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê.

Li gorî daxuyaniyê di civînê de Nêçîrvan Barzanî jî diyar kir ku ew dê bi Hikûmeta Federal aÎraqê re hevahengî û hevkariyê bidomînin.

Nêçîrvan Barzanî da zanîn ku ew ji bo geşepêdana aborî, dabînkirina xizmetguzariyan û xurtkirina aramiyê amade ne ku bi Bexdayê re kar bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst