Amerîkayê êriş kir: 3 endamên Heşda Şebiyê hatin kuştin

22-11-2023
Nîşan Amerîka Hilbijartinên Amerîkayê Heşda Şebî Êriş Babîl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Heşda Şebiyê daxuyand ku di êrişeke Amerîkayê ya li Îraqê de 3 endamên wan hatin kuştin.

Midûriya Mûşekan a Heşda Şebiyê derbarê mijarê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku Amerîkayê êrişeke esmanî biriye ser herêma Curf en-Nesrê ya li ser wilayeta Babîlê.

Li gorî daxuyaniyê, di vê êrişê de ji hêzên Heşda Şebiyê 3 kes hatin kuştin.

Li gorî medyaya herêmî, di heman êrişê de 5 endamên Heşda Şebiyê jî birîndar bûne.

Heşda Şebî grûpeke Şîe ye û nêzîkî Îranê ye. 

Li aliyê din, piştî ku şerê Hemas û Îsraîlê dest pê kiriye hêzên Amerîkayê yên li Îraq û Sûriyeyê gelek caran rastî êrişên tên.

Amerîka jî carinan bersivê dide van êrişan û grûpên nêzîkî Îranê dike armanc.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst