Amerîkayê derbe li Heşdî Şebiyê da: Kuştiyek, 24 birîndar

26-12-2023
Nîşan Amerîka Êriş Heşda Şebî Kuştî Birîndar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Wezareta Karên Navxwe ya Îraqê da zanîn ku di êrişên Amerîkayê yên vê sibehê de çekdarekî Heşdî Şebiyê hatiye kuştin, 24 çekdar û leşker jî birîndar bûne.

Li gorî nûçeya AFPyê ya ku xwe dispêre Wezareta Karên Navxwe ya Îraqê, di êrişa Amerîkayê ya li Babilê de çekdarekî Heşdî Şebiyê hatiye kuştin.

Herwiha li Babilê 20 kes jî birîndar bûne ku 8 ji wan leşkerên Îraqê ne.

Heman çavkaniyê da zanîn ku di êrişên îro de 4 çekdar jî li parêzgeha Wastê ya li başûrê Îraqê birîndar bûne.

Doh bi dronê êrişî baregeha Hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî ya li nêzîkî Balafirgeha Hewlêrê hat kirin û 3 leşkerên Amerîkayê birîndar bûn.

Berxwedana Îslamî ya Îraqê derbarê êrişê de li ser kanala xwe ya Telegramê daxuyaniyek belav kir û da zanîn ku wan ev êriş pêk aniye.

Amerîkayê piştî vê yekê li Îraqê êrişî Hizbulahê kir.

Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Lloyd Austin dagihand ku wan li Îraqê bersiveke “pêwîst û minasib” daye Lîwayên Hizbulahê.

Fermandarê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) Michael Erik Kurilla jî da zanîn ku wan bi fermana Serokê Amerîkayê Joe Biden, îro saet 04:45an êrişî 3 cihên Hizbulahê û grûpên din en çekdar kiriye.

Li gorî daxuyaniya Fermandarê CENTCOMê Michael Erik Kurilla, “Tê çaverêkirin ku di van êrişan de hinek çekdarên Hizbulahê hatibin kuştin.”

“Em dê tim û daîm hêzên xwe biparêzin”

Michael Erik Kurilla amaje bi berpirsiyariya grûpên li Sûriye û Îraqê kir û da zanîn:

“Armanca vê êrişa me ya esmanî lawazkirina wan grûpan e. Em dê tim û daîm hêzên xwe biparêzin.”

Konseya Ewlehiya Niştimanî, Joe Biden ji vê êrişê agahdar kiriye, wî jî ferman daye Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) ku amadekariyên êrişa bersivdayînê bikin.

Hemasê, 7ê Çiriya Pêşînê li hemberî Îsraîlê dest bi êrişeke bi navê “Tofana Eqsayê” kiribû.

Artêşa Îsraîlê jî li hemberî vê yekê li Xezeyê bi dijwarî dest bi bombebaranê kir.

Piştî êrişên Îsraîlê yên li Xezeyê, baregehên Amerîkayê yên li Îraq û Sûriyeyê herî kêm 100 carî rastî êrişan hatine.

Herwiha 8ê vê mehê bi mûşekan êrişî Balyozxaneya Amerîkayê ya Bexdayê hatibû kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst