Heft çekdarên DAIŞê hatin kuştin

24-01-2021
RÛDAW
Nîşan Iraq DAIŞ
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Kerkûk û Mexmûrê di encama bombebarana firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî de bo ser pêgehên DAIŞê, heft çekdarên wê rêxistinê hatin kuştin. Li aliyekê din Dije Terora Iraqê ragihand, di operasyona Tola Şehîdan de ku piştî teqîna roja Pêncşemê li qada Teyeren a Bexdayê hatiye destpêkirin, hêzên wan 10 çekdarên DAIŞê girtine.

Şaneya Ragihandina Emnî ya Iraqê di daxuyaniyekê de ragihand, firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî roja Şemiyê du êrişên esmanî yên cuda li Kerkûkê û rêzeçiyayê Qereçûx li sînorê Mexmûrê li dijî DAIŞê pêk anîn, ku di wan êrişan de heft çekdarên DAIŞê hatin kuştin.

Di daxuyaniyê de tê gotin, êriş piştî komkirina “zanyariyên hûr ên istixbaratî” û bi ferman û hevahengiya Fermandariya Operasyonên Hevbeş ên Iraqê hatiye encamdan. Di bombebarana pêgehên DAIŞê de, 4 tunel jî ku çekdarên DAIŞê bikar dianîn, hatine wêrankirin.

Li aliyekê din, Dije Terora Iraqê diyar kir, ku hêzên wan di operasyonên cihê de li parêzgehên Bexda, Kerkûk û Enbarê 10 çekdarên DAIŞê girtine.

Sebah Numan, Berdevkê Dezgeha Dije Terora Iraqê ji Rûdawê re ragihand: “Di çarçoveya operasyonên emnî yên dijî DAIŞê de ku Dezgeha Dije Terora Iraqê ji sibeha îniya bihorî 22ê Çileya 2021an ve li parêzgehên Bexda, Kerkûk û Enbarê dest pê kiriye, heta niha 10 çekdarên DAIŞê hatine desteserkirin, herwiha dest bi ser gelek belgenameyên giring û dûrbîneke taybet bi çavdêrîkirina karwanên serbazî de hatiye girtin.”

Fermandariya Operasyonên Enbarê jî desteserkirina 8 çekdaran li sînorê vê parêzgehê ragihand.

Lîwa Rukin Nasir Xennam, Fermandarê Operasyonên Enbarê ragihand: “Îro Yekşemê 24ê Çileya 2021an, Fermandariya Operasyonên Enbarê bi beşdariya yekîneyên firqeya 1, firqeya 10 û lîwaya komando, operasyonek li dijî çekdarên DAIŞê dest pê kirin û di encamê de 8 çekdar desteser kirin, ku li gor maddeya 4 a yasaya terorê daxwazkirî ne.”

Operasyona Tola Şehîdan a hêzên Iraqê ji sibeha roja îniyê 22ê Çileya 2021an ve û rojek piştî teqînên xwekujî yên li Bexdayê hatiye destpêkirin.

Roj Pêncşemê 21ê Çile, du teqînên xwekujî li qada Teyeran a Bexdayê çê bûn û di encamê de 32 kes hatin kuştin û 110 kes jî birîndar bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst