Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî bi rêya telefonê bi Serokê Tevgera Sedr Muqteda Sedir û serkirdeyên Sunnî Mihemed Helbusî û Xemîs Xencer re axivî û derbarê pêkanîna fraksyonek bi navê "Hevpeymaniya Rizgariya Niştiman" û herwiha destnîşankirina berbijêrên wê fraksyonê bo herdu postên Serokwezîrtî û Serokkomariyê gotûbêj kirin.
Piştî ku Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Tevgera Sedir û Hevpeymaniya Serwerî ya Sunneyan "Hevpeymaniya Rizgarkirina Niştiman" ragihandin, Serok Barzanî roja Çarşembê di peywendiyên telefonî yên cuda de ligel lîderê Şîe û Serokê Tevgera Sedir Muqteda Sedir, Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî û Serokê Hevpeymaniya Serwerî Xemîs Xencer axivî.
Di wan peywendiyên telefonî de, Serok Barzanî li gel hersê serkirdeyên Iraqî rewşa dawî ya Iraqê, pêkanîna hevpeymaniya nû ya di parlamentoya Iraqê de ya bi navê Hevpeymaniya Rizgariya Niştiman û destnîşankirina berbijêrên serokwezîrtî û serokkomariyê gotûbêj kir.
Li gorî daxuyaniya Baregeha Barzanî, Serok Barzanî ji ber avakirina Hevpeymaniya Rizgarkirina Niştiman pîrozbahî li hersê serkirdeyan kiriye.
Ofîsa Muqteda Sedir ragihandiye, roja Çarşembê Serok Barzanî peywendiyeke telefonî bi Muqteda Sedir re pêk aniye û ji ber pêkanîna Hevpeymaniya Rizgariya Niştiman û destnîşankirina berbijêrên serokwezîrtî û serokkomariyê pîrozbahiyên xwe pêşkêş kirine.
Baregeha Barzanî jî ragihandiye, Serok Barzanî avakirina hevpeymaniya nû wek “pêngaveke giring” binav kiriye û hêvî kiriye “ev pêngav bibe sedema xêr û xweşî û seqamgirî û vejandinê bo Iraqê û hemû aliyan.”
Roja Çarşembê Serokê Fraksiyona Tevgera Sedir Hesen Ezarî li gel Sekreterê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî û Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî preskonferansek saz kir û ragihand, “Li ser navê Hevpeymaniya Rizgariya Niştimanî; Mihemed Ceifer Sedir berbijêrê posta serokwezîriyê û Rêber Ehmed jî berbijêrê posta serokomariyê ye.”
Serokê Fraksiyona Tevgera Sedir li Parlamentoya Iraqê, bibîr xist, “Me wek Hevpeymaniya Rizgariya Niştiman zêdetirîn hejmara kursiyan heye û deriyên me bo hemû hêzên niştimanî vekiriye ji bo guftugoyê.”
Biryar e roja 26ê Adarê (du rojên din) Parlamentoya Iraqê ji bo hilbijartina serokkomarekî nû bo welat bicive. Ji bo serokkomariyê 41 kesan xwe berbijêr kirine ku yên sereke Rêber Ehmed berbijêrê PDKê û Berhem Salih berbijêrê YNKê ne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse