Hewlêr (Rûdaw) – Alîkarê Fermandarê Operasyonên Hevpar ên Îraqê Dr. Qeys Mihemedawî got, “Hevkariya me ya li gel Pêşmerge di asta herî baş de ye.”
Dr. Qeys Mihemedawî ji Rûdawê re ragihand:
"DAIŞ êdî li ser Îraqê ne metirsiyeke mezin e, tenê çend liv û tevger û şaneyên razayî li hinek deverên Kerkûkê û çolistana Enbarê mane û em dê wan jî nehêlin."
Wî amaje pê kir ku vekişîna hêzên Amerîkayê û welatên din ên endamên Hevpeymaniya Navneteweyî (Koalîsyon) nayê wateya bidawîhatina hevahengiya li gel wan û got:
"Cihê xweveşartinê yê çekdarên DAIŞê nemaye û êdî xelk wan nahewîne. Em dê operasyonên xwe yên ji bo nehiştina wan bidomînin."
Koalîsyon ji sala 2014an ve li ser daxwaza fermî ya hikûmeta Îraqê û bi mebesta têkoşîna li dijî DAIŞê li Îraqê bi cih bûye û pêkhênera sereke ya wê hêzê jî Amerîka ye.
Qeys Mihemedawî li ser Koalîsyonê got:
"Hatina artêşa Koalîsyon û Amerîkayê ji bo şerê li dijî DAIŞê bû.
Niha komîteyeke taybet heye ku li gel Koalîsyonê gotûbêjan dike û ji bo bicihanîna rêkarên bidawîanîna erkên wan dixebite."
Di çarçoveya Hevpeymaniya Navneteweyî ya li dijî DAIŞê de li Îraq û Herêma Kurdistanê nêzîkî 2 hezar û 500 leşkerên Amerîkayê bi cih bûne.
“Vekişîn nayê wateya bidawîhatina hevahengiya me”
Dr. Qeys li ser mijara vekişîna Amerîkayê ya ji Îraqê jî got:
"Pêwîstiya her artêşe li cîhanê bi nûkirin û bipêşxistina şiyanên xwe heye.
Vekişîna hêzên Amerîkayê û Koalîsyonê jî nayê wateya bidawîhatina hevahengiya me ya li gel wan û hewlên me yên hevpar ên ji bo nehiştina bi temamî ya DAIŞê dê berdewam bikin."
“Hevkariya me ya di asta herî baş de ye”
Wî li ser hevahengiyên xwe yên li gel Pêşmergeyan jî ev agahî dan:
"Hevahengiyeke me ya di asta bilind de li gel fermandariyên Pêşmerge heye û hevkariya me ya dualî di asta herî baş de ye.
Du lîwayên me yên hevpar li gel Pêşmerge hene û em bi hev re ji bo kêmkirina metirsiyan û dagirtina valahiyên ewlehiyê di hewleke berdewam de ne.
Li gel Pêşmerge 5 navendên me yên operasyonên hevpar hene ku dikevin sînorê Kerkûk, Nînowa û Diyaleyê.
Armanca van navendên hevpar jî rûbirûbûna metirsiyan a bi hevkariya dualî ye."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse