Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên ewlehiyê yên Îraqê danê sibehê li ser rêya navbera navçeyên Kifrî û Xurmatûyê 8 Pêşmerge desteser kirin û paşê ew berdan.
Fermandarê Lîwaya 9an a Peya ya Hêza Pêşmergeyan Refîq Seîd Xizir nûçe ji Tora Medyayî ya Rûdawê re piştrast kir û got:
"Ev Pêşmergeyên me bûn, dema ku ji erka xwe vedigeriyan malê li xala kontrolê ya Xidir Weliyê ji aliyê Polîsên Xurmatûyê ve hatin desteserkirin."
Refîq Seîd Xizir sedema desteserkirina Pêşmergeyan bi hebûna çekan ve girê da û anî ziman:
"Me berê çend caran Pêşmergeyên xwe hişyar kiribûn ku bi çekan di xalên kontrolê yên Îraqê re çûn û hatinê nekin."
Li aliyê din, Şêwirmendê Parêzgarê Selahedînê Kawe Şêxanî jî ji Rûdawê re ragihand:
"Erka wan li navçeya Kifriyê bûye û dema vegeriyane ji ber ku çek bi wan re bûye li wê xala kontrolê hatine desteserkirin.
Piştî hewldanên me Pêşmergeyên me bi çek û kel û pelên xwe ve hatin berdan.
3 Pêşmergeyên Lîwaya 9an û 5 jî polîsên Lîwaya Petrol û Gazê bûne."
Her wiha çavkaniyekî ji Wezareta Pêşmergeyan ji Rûdawê re piştrast kir ku her 8 Pêşmerge jî hatine berdan.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse