Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Veguhastinê ya Îraqê derbarê girtina Balafirgeha Navneteweyî ya Bexdayê daxuyaniyek da.
Wezaretê ragihand ku sedema girtinê "tenê pirsgirêkeke teknîkî" ye û dê di çend demjimêrên bê de geşt dîsa dest pê bikin.
Berdevkê Wezareta Veguhastinê ya Îraqê Meysam Safî îro ji medyaya fermî ya Îraqê re axivî.
Meysam Safî got, girtina demkî ya Balafirgeha Bexdayê ji ber "pirsgirêkeke teknîkî ya ji nişka ve" bûye û anî zimên:
"Ev gav wekî tedbîreke lezgîn a parastinê bû, ji bo ku asta ewlehiyê li gorî pîvanên navneteweyî were parastin."
Meysam Safî da zanîn ku tîmên teknîkî yên pispor yekser dest bi diyarkirin û çareserkirina pirsgirêkê kiriye û ev kar li gorî mercên Rêxistina Hewavaniyê ya Sivîl a Navneteweyî tê kirin.
Berdevkê Wezaretê ew gotegotên ku qala girtina Balafirgehê ya ji ber “sedemên ewlehiyê” dikin red kirin û got:
"Ti bingeha wan nûçeyan a rast nîne û pişta xwe naspêrin ti çavkaniya fermî.
Piştî ku karên sererastkirin û pişkinînên teknîkî bi dawî bibin, di çend demjimêrên bê de Balafirgeh dê careke din vebe."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse