Îraqê: Me serkirdeyekî metirsîdar ê DAIŞê girt

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Îraq DAIŞ Serkirde Girtin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dezgeha Ewlehiya Niştimanî ya Îraqê ragihand ku yek ji serkirdeyên "herî metirsîdar" ên DAIŞê hatiye girtin ku pisporê teqemeniyan bûye û ji welatekî cîran vegeriyaye.

Dezgeha Ewlehiya Niştimanî ya Îraqê îro di daxuyaniyekê de eşkere kir ku di encama operasyoneke îstixbaratî ya taybet de û piştî şopandina hûr a zêdetirî 10 mehan, wan kariye yek ji serkirdeyên DAIŞê bigirin.

Ew serkirdeyê DAIŞê ji welatekî cîran vegeriyaye Îraqê.

Li gorî daxuyaniyê, ew kes di nav lîsteya çekdarên "gelekî metirsîdar" de ye û navê wî di lîsteya serkirdeyên rêxistinê de bûye.

Destpêka tevlîbûna wî ya komên çekdar vedigere sala 2004an ku li Bexdayê tevlî El Qaîdeyê bûye û nasnavê wî "Ebû Eliye" bûye.

"Zêdetirî 100 bombe çêkirine"

Ewlehiya Niştimanî diyar kir, "Tohmetbar pisporê amadekirina bombeyên çandî bûye û serperiştiya tîmeke 5 kesî kiriye."

Di encama lêpirsînan de derketiye holê ku ew serkirdeyê DAIŞê berpirsê girêdana amûrên teqînê bi mobîlan ve bûye û di dema karê xwe yê li Bexdayê de zêdetirî 100 amûrên teqînê amade kirine.

Ew her wiha şareza bûye di pêkanîna "teqînên ducare" de ku armanca wan kuştina tîmên hawarçûnê û hêzên ewlehiyê ye dema ku digihîjin cihê bûyerê.

Nasnavê xwe guherandibû

Di beşeke din a daxuyaniyê de hat gotin ku di dema şerê kontrolkirina deveran de, ew çekdar çûye parêzgehên Selahedîn û Kerkûkê û nasnavê xwe kiriye "Ebû Mistefa."

Li wan deran wekî berpirsê pêwendiyan û serperiştê amadekirin û kodkirina sîstema pêwendiyan kar kiriye, beriya ku bireve û çend salan li derveyî Îraqê xwe veşêre.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst