Luîs Sako: Ez qet neçûme Îsraîlê

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Luîs Sako Kildanî Îsraîl Îraq
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Kardînal Lûîs Sako diyar kir ku ew qet neçûye Îsraîlê û wî daxwaza wê yekê nekiriye ku Îraq pêwendiyên xwe bi Îsraîlê re asayî bike.

Patrîkxaneya Dêra Kildanî ya Îraq û Cîhanê dosyayeke dengî red kir ku tê îdiakirin dengê Patrîkê Dêrê Luîs Sako ye.

Di wê dosyaya dengî ya ku tê îdiakirin a Sako ye de, behsa wê yekê tê kirin ku wî Îsraîl ziyaret kiriye û tê gotin, “Ez ne amade bûm ku bi Papa re herim Îsraîlê.”

Luîs Sako ji Rûdawê re got, mebesta wî ji gotina doh ne asayîkirina pêwendiyên bi Îsraîlê re bûye.

Ragihandina Patrîkxaneya Dêra Kildanî ya Îraq û Cîhanê îro daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de ew dosyeya dengî ya ku tê îdiakirin a Kardînal Luîs Sako ye wekî “derew” û “çêkirî” hat binavkirin.

Di wê dosyeya dengî de ku li ser torên civakî yên Îraqê hatiye belavkirin û tê îdiakirin ku dengê Luîs Sako ye, behsa wê yekê tê kirin ku wî Îsraîl ziyaret kiriye.

Her wiha tê îdiakirin ku ew bi berpirsên wî welatî re li ser rewşa Îraqê axiviye.

Patrîkxaneya Dêra Kildanî ya Îraq û Cîhanê ragihand ku Luîs Sako qet Îsraîl ziyaret nekiriye.

Ev dosyeya dengî piştî rojekê ji nîqaşên li ser bikaranîna peyva “asayîkirinê” ji aliyê Luîs Sako ve hat belavkirin.

Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî bersiva wî dabû û gotibû ku ew peyv di ferhenga Îraqî de nîne û peyveke girêdayî Îsraîlê ye.

Kardînal Luîs Sako ji Rûdawê re axivî.

Sako got, “Ev krîzeke çêkirî ye. Min ne daxwaza asayîkirina siyasî kiriye, ne jî min li ser asayîkirina bi Îsraîlê re îmze kiriye.

Min got bila ji bo Îraqê asayîkirin bê kirin. Îraq xaka Îbrahîm e, xaka pêxemberan, şaristanî û çandên cuda ye û welatekî geştyariyê ye.”

Luîs Sako ji Nûçegihanê Rûdawê yê Bexdayê Ziyad Îsmaîl re got:

“Mebesta min qet asayîkirina pêwendiyên bi Îsraîlê re nebû. Di medyayê de kampanyayeke xirab li dijî min hatiye destpêkirin.”

Kardînal Sako diyar kir ku dengê wî bi teknolojiyê hatiye çêkirin û got:

“Kar gihiştiye wê astê ku bi hişê çêkirî dengê min belav kirine ku guya ez piştgiriya Îsraîlê dikim.

Ev di demekê de ye ku Papa Francis daxwaz ji min kiribû ku em bi hev re serdana Îsraîlê bikin lê min ji ber rewşa Filistînê red kir.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst