Fenomena medyaya civakî li ber mala xwe hat kuştin

27-04-2024
RÛDAW
Nîşan Ûm Fehed Xurfan Mehdî Sewadî Bexda Fenomen
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Fenomena medyaya civakî ya bi navê Xurfan Mehdî Sewadî li Bexdayê li ber deriyê mala xwe hat kuştin.

Xurfan Mehdî Sewadî li ser medyaya civakî bi nasnavê Ûm Fehed tê naskirin.

Bûyer doh êvarê li herêma Zeyîwneyê ya Bexdayê çêbûye.

Wezareta Karên Navxwe ya Îraqê li ser mijarê daxuyaniyek belav kir.

Wezaretê di daxuyaniyê de got, “Jineke ku li ser medyaya civakî tê naskirin ji aliyê kesên nenas ve hat kuştin.”

Herwiha wezaretê da zanîn ku li ser kuştina fenomenê lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Kuştina Ûm Fehedê nêzikî mehek piştî nakokiya wê ya bi fonemeneke din a medyaya civakî ya bi navê Daliya Neîmê re hat.

Nakokiya di navbera her du fenomenan de bûbû sedema wê yekê ku gelek efser ji wezaretên karên navxwe û parastinê ji kar werin derxistin.

Nakokiya navbera her du jinan zêde bû û bû mijara medyayê.

Dema kuştina Ûm Fehedê di kamerayên çavdêriyê de tê dîtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst