Schlumberger dê serî li îhaleyên neft û gazê yên Herêma Kurdistanê nede

27-06-2022
RÛDAW
Nîşan Schlumberger Neft Gaza Xwezayî Herêma Kurdistanê Iraq
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Kompanyaya enerjiyê ya Amerîkî Schlumberger ragihand, bêyî erêkirina Bexdayê ew ê serî li ti îhaleyan ji neft û gazê ya Herêma Kurdistanê nedin.

Di nameya ku Kompanyaya enerjiyê ya Amerîkî Schlumberger ji Wezîrê Neftê yê Iraqê Îhsan Abdulcabbar re şandiye de, hatiye gotin ku ew ê li gorî biryara Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê ya ku li ser rêvebirina qanûna neft û gazê ya nefta Herêma Kurdistanê hatiye derxistin tevbigere.

Di nameya ku bi îmzeya Nûnerê Kompanyayê yê Rojhilata Navîn Wasim Azem hatiye şandin de, hate destnîşankirin ku Schlumberger ji sala 2010an ve li Iraqê di çarçoveya qanûnê de xebatên xwe dimeşîne.

Di nameyê de wiha tê gotin, “Bêyî erêkirina Şaxa Rojhilata Navîn a Schlumberger, Wezareta Neftê ya Iraqê yan jî Kompanyaya Nîştimaniya Neftê ya Iraqê, yekem, li Herêma Kurdistanê serî li ti îhaleyekê ji sektora neft û gazê nade. Duyem, Şaxa Rojhilata Navîn a Schlumberger dê hemû hewlên xwe bide ji bo çareserkirina arîşeyên girêdayî girêbestên wan ên niha bi Herêma Kurdistanê re.”

Kompanyaya herî mezin a xizmetên zeviyên neftê Schlumberger, li 120 welatên cîhanê kar dike.

Schlumberger her wiha di sala 2021an de ji bo berfirehkirina zeviya Kurna bi Kompanyaya Neftê ya Basra û Exxon Mobil re peymaneke 480 milyon dolaran îmze kir ku li qada neftê Rumel karmend jî perwerde kirin.

Di 15ê Sibata 2022an de Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê biryar da ku qanûna neft û gazê ya Herêma Kurdistanê nedestûrî ye û divê dahata hinardekirinê radestî Bexdayê were kirin.

Ev biryar ji aliyê rêveberiya Herêma Kurdistanê ve bi tundî hat şermezarkirin û redkirin.

Serokatiya Herêma Kurdistanê, Serokwezîrtî û Serokatiya Parlamentoyê ragihandin ku biryar "siyasî" ye û xizmeta çareseriyê nake.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst