Bi destpêkirina kampanyaya hilbijartinên Îraqê re, meha Îlona îsal, min li gel tîmeke Tora Medyayî ya Rûdawê berê xwe da Bexdayê.
Armanca me tomarkirina bernameyeke taybet a li ser hilbijartinên Parlamentoya Îraqê bû, nemaze li gel wan ciwanên ku cara yekem mafê wan ê dengdanê hebû. Rûdawê dixwest zanibe ka nifşê nû çawa li hilbijartinê dinêre û çawa namzedên xwe diyar dike.
Dema em gihiştin Bexdayê, dîmena yekem ev bû: Kolanên bêserûber, qerebalixiyeke bêsînor, zibil û gilêşeke zêde. Hevkarekî me ku cara yekem bû dihat Bexdayê, bi matmayîn got: "Ma ev ew Bexda ye ku behsa wê dikin?"
Ez li Medînet Sedra Bexdayê ji dayik bûme lê nearamiya rewşa Bexdayê wisa kir ku em ji sala 2007an ve werin Herêma Kurdistanê.
Tiştê ku ez li vir vedibêjim, bêyî zêdekirin û kêmkirin e. Her çend ez sala 2023yan ji bo serdana mala apê xwe vegeriyabûm jî wê demê ez tevlî kolan û jiyana giştî nebûbûm. Vê carê cuda bû.
Li Bexdayê: Bêzarî û bazara dengan
Vê carê tiştê ku min li piraniya cihên giştî dît, bêzariyeke kûr a welatiyan li hemberî pêvajoya hilbijartinê bû. Ev dîmen amajeyeke zelal bû ji bo kêmbûna hêviya guherînê bi rêya sindoqên dengdanê.
Sê çînên dengderan li paytextê
Kemîneya dengder: Ewên ku dixwazin dengê xwe bidin. Piraniya ciwanan bi hûrgilî nizanin çima deng didin, hinek tenê dixwazin pêvajoyê biceribînin, hinekên din digot "Em ji bo peydakirina derfetên kar deng didin."
Boykotkerên Sedr (el-Muqatiûn): Alîgirên Tevgera Sedrê ne ku navê "Muqatiûn" li xwe kiriye. Ciwanên wan fêm nakin çima deng nadin, tenê bersiveke wan heye: "Rêber (Qaîd) çi bibêje, em dê wê bikin." Tewra zarokên 13 heta 16 salî jî hebûn ku hînî vê gotinê kiribûn. Hejmara wan bi rastî jî pir e.
Bêhêvî: Ev piranî ne û bawer dikin ku dengdan tiştekî ji rewşa wan û paytexta wan naguherîne û loma beşdar nabin.
Bazara Şorceyê û bihayê dengan
Kirîn û firotina dengan li Îraqê ne tiştekî xerîb e lê dîmen li Bexdayê hîn cuda bû. Li bazara mezin a Şorceyê ku bazareke komfiroşiyê (cumleyê) ye, dema min ji ciwanan pirsî: "Gelo kirîn û firotina dengan tê kirin?" bi hêrs digotin: "Tu çima vê pirsê dikî? Îro li Îraqê kî kirîn û firotinê bi dengan nake?"
Bersivên li ser sedem û bihayê dengan cuda bûn:
"Dengê xwe bi 50 hezarî difiroşim, ji hilbijartineke bêsûd çêtir e."
"Min dengê xwe bi 150 hezarî firot û kirêya mala xwe da."
Hevkarê min ê kameravan got ku yekî jê re gotiye: "Min ji bo çêkirina tekera otomobîla xwe dengê xwe firotiye."
Laçika bi darê zorê
Serpêhatiya min li Necefê ne wekî ketwarê lê wekî dîmenekî di nav fîlmekê de bû. Her çend min wekî rêzgirtinekê ji wê çandê re kirasekî reş ê girtî li xwe kiribû jî li kolaneke giştî, ez û tîma xwe rastî devjeniyeke tund a jin û mêrekî hatin, tenê ji ber ku ez bê laçik bûm. Bi kelecoşeke olî diqîriyan. Min xwe wer nîşan da ku ez fêm nakim, lê min ji her peyveke wan fêm dikir.
Bi neçarî, li ber siya darekê li benda hevkarekî xwe sekinîm da ku laçikekê ji min re bikire. Beriya ku vegere, polîsek hat û ji me re got ku xelkê gilî kiriye ku keçeke bê laçik heye. Min jê re got, ez ne li ziyaretgehekê lê li kolaneke giştî me, çima divê ez bikim? Bi tundî got: "Divê tu bikî."
Wek rojnamegerekê, divê belgeyên min hebin lê bawer im ku çavên min baştirîn belge ne. Li wî bajarê "pîroz" Faris û ziyaretkarên Îranî pir bûn.
Ji bo ku em bi azadî bernameya xwe tomar bikin, em çûn kafeteryayeke girtî. Li wir jî daxwaz ji min kirin ku ez laçikê bidim serê xwe. Dema min red kir, min bersiva pirsa xwe wergirt. Karmendekî ciwan ji min re got: "Li gorî biryareke nû ya ewlehiya geştyariyê, divê her kesê ku tê ser axa Necefê, desmalê bide serê xwe."
Piştî gengeşeyeke dûdirêj, bi hinceta ku weşana kanala me li Necefê nîne, rê dan me ku em karê xwe bikin. Ne tenê laçik, daxwaza ebaya reş jî dikirin ku ez ne amade bûm li xwe bikim. Digel ku ez keçeke bawermend im, min tu carî tiştekî bi darê zorê qebûl nekiriye.
Li kêleka min, ahenga rojbûn û muzîkê hebû. Min bi henekî got: "Gelo muzîk ne 'heram' e? Yan tenê porê min li vir heram e?"
Felûce: Çirayên trafîkê yên bêpirsgirêk
Naxwazim wisa xuya bikim ku ez piştgiriya Suneyan dikim lê ji bo ku hûn zanibin parêzgehên Sunî çi qasî cuda ne, tenê ger û meşek li wir bes e. Kolanên wan paqij in, çirayên wan ên trafîkê bêpirsgirêk in û xelkê wê ti pirsgirêk bi me re dernedixistin.
Kurdistan: Nîmetek di nav ketwareke dijwar de
Her çend Bexda bajarê jidayikbûna min e û bîranînên min ên xweş lê hene jî hema ku em ber bi Hewlêrê ve ketin rê, min spasiya Xwedê kir ku ez li Herêma Kurdistanê dijîm.
Rast e, xelkê Herêma Kurdistanê ji hinek berpirsan bê zar e. Ez mafê tam didim wî karmendê ku dibêje "Eger ez sê mehan meaşê xwe wernegirim, ez dê çawa bijîm?" û wî ciwanê ku dibêje "Kar bi dest min nakeve." Bira û xizmên min jî beşek ji vê çînê ne lê li gorî parêzgehên din ên Îraqê, em di nav nîmeteke mezin de ne.
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse