Wezareta Petrolê ya Îraqê: Em amade ne sotemeniyê ji Herêma Kurdistanê re bişînin

27-11-2025
RÛDAW
Nîşan Wezareta Petrolê ya Îraqê Kormor Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Petrolê ya Îraqê amadebûna xwe ji bo hemû cureyên alîkariyê ji bo Herêma Kurdistanê nîşan da û ragihand, piştî êrişa li ser Kormorê, ew amade ne sotemenî, gaza şil û tîmên teknîkî ji bo çakkirinê bişînin.

Doh bi şev nêzîkî demjimêr 11:30î êrişî Qada Gazê ya Kormorê ya li Çemçemalê hat kirin.

Di encama êrişê de agir bi depoyeke mezin a qadê ket.

Li gorî zanyariyên Rûdawê, nêzîkî demjimêr 09:00ê vê sibehê agir bi temamî hatiye kontrolkirin.

Ji ber êrişê şandina gazê ji bo wan stasyonên ku bi gazê kar dikin hat rawestandin, ev yek jî bû sedema kêmbûna ji sedî 80yê karebaya Herêma Kurdistanê.

Birêvebirê Ragihandin û Pêwendiyan li Wezareta Petrolê ya Îraqê Ebdulsahîb Bezûn Hesnawî ji Rûdawê re ragihand:

"Piştî wê êrişa ku li ser Qada Gazê ya Kormorê hat kirin, Wezareta Petrolê amade ye ji hemû aliyan ve alîkariya Herêma Kurdistanê bike."

"Em yek laş in"

Ebdulsahîb Bezûn Hesnawî got, "Em amade ne ji bo dagirtina wê kêmasiya ku çêbûye, sotemenî û gaza şil bişînin, her wiha tîmên teknîkî jî ji bo çakkirina kêlgehê bişînin.

Em yek laş in, lewma em amade ne bi hemû awayî alîkariya Herêma Kurdistanê bikin."

Li aliyê din, Wezîrê Karebayê û Wezîrê Çavkaniyên Sirûştî yê Herêma Kurdistanê yê bi Wekalet Kemal Mihemed, îro dema serdana kontrola karebaya Herêma Kurdistanê dikir piştrast kir ku "gaza malan biha nabe."

Kemal Mihemed ragihand, "Şeva borî me nivîs ji Wezareta Petrolê ya Îraqê re şandiye û vê sibehê jî me bi telefonê axiviye da ku di dema herî kurt de gaza malan ji me re dabîn bikin."

Wezîr "spasiya" helwesta Wezareta Petrolê ya Federal kir û got, "Ez bawer im di van rojan de, îro yan sibe, soza xwe bi cih bînin û gaz were şandin."

Wî amaje bi wê yekê jî kir ku Wezîrê Karebayê yê Îraqê pêwendî bi wan re kiriye û amadebûna xwe ji bo dabînkirina her pêdiviyekê ji bo sektora karebaya Herêma Kurdistanê nîşan daye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst