Hewlêr (Rûdaw) - Li herêmên başûrê Îraqê, li şûna lêgerîna petrolê, amûrên kar vê carê ji bo derxistina heriyê dixebitin.
Armanca vê xebatê nixumandina girên xîzê ye ku rê li ber tozbarînê were girtin.
Mamosteyê Zanîngeha Zîqarê Necim Ebid Tariş diyar kir ku fikra bingehîn derxistina axa heriyê ya giran û nixumandina girên xîzê ye.
Li gorî amarên fermî, Îraq salane 243 rojan bi tozbarînê re rû bi rû dibe.
Tê pêşbînîkirin ku ev hejmar heta sala 2050î bigihêje 300 rojan.
Hişkesalî, kêmavî û ziwabûna çeman bûne sedema berfirehbûna biyabanan.
Endezyar axê kontrol dikin û amûr qatek heriyê bi stûriya 20 heta 25 santîmetreyan radixin.
"Armanc kêmkirina bandora tozbarînê ye"
Berpirsê UN-Habitatê Udey Teha Lefte ragihand ku armanca projeyê kêmkirina bandora tozbarînê ye ku digihêje Kuweyt, Erebistana Siûdî û Qeterê.
Proje bi piştgiriya darayî ya Sindoqa Kuweytê ya Bipêşxistinê û bi serperiştiya Bernameya Niştecihbûnê ya Neteweyên Yekbûyî (UN-Habitat) tê birêvebirin.
Di çarçoveya projeyê de darên ku li ber germahî û tîbûnê li ber xwe didin jî tên çandin.
Birêvebirê Projeya Berxwedana Îraq û Kuweytê ya li Dijî Tozbarînê Mihemed Nesar jî got:
"Xwesteka rastîn ew e ku cotkar karibin wan erdên xwe biparêzin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse