Hewlêr (Rûdaw) - Piraniya pêkhênerên Encûmena Siyasî ya Niştimanî ya Suneyan, Endamê Serkirdayetiyê yê Partiya Teqedûmê Heybet Halbûsî wekî namzedê posta serokatiya parlamentoyê diyar kir.
Li aliyê din, Hevpeymaniya Ezmê red kir ku namzedê wan Musena Samerayî ji bo heman postê vekişiyabe.
Encûmena Siyasî ya Niştimanî ya Suneyan îşev li mala Serokê Hevpeymaniya Serweriyê Xemîs Xencer civiya.
Xemîs Xencer piştî civînê di konfêranseke rojnamegeriyê de axivî û got:
"Piştî gotûbêja di navbera serkirdeyên aliyên siyasî de, piraniya Encûmena Siyasî ya Niştimanî biryar da.
Me wekî Partiya Teqedûm, Serwerî, Hesim û Cemawera Niştimanî li hev kir ku yekem nûnerê me yê ji bo serokatiya xûla şeşemîn a parlamentoyê Heybet Halbûsî be."
Heybet Halbûsî kî ye?
Heybet Halbûsî sala 1980yî li Enbarê ji dayîk bûye.
Xwediyê bawernameya masterê ya zanistên siyasî ye.
Di xûlên çaremîn û pêncemîn ên Parlamentoya Îraqê de serokê Komîteya Gaz û Petrolê bûye.
Di xûla şeşemîn a parlamentoyê de jî Parlamenterê Fraksiyona Teqedûmê ye.
Xemîs Xencer bang li hemû aliyan kir ku wê biryarê li ber çavan bigirin ku wekî biryara piraniya Suneyên nav Encûmena Siyasî ya Niştimanî bi nav kir.
Xencer diyar kir ku armanc ew e rêkarên destbikarbuyînê bên temamkirin û hikûmet bê avakirin.
Nakokiya bi Hevpeymaniya Ezmê re
Biryara van aliyên Sune di demekê de ye ku Hevpeymaniya Ezmê beşek ji wan aliyan nebû ku Heybet Halbûsî pesend kiriye.
Serokê Hevpeymaniya Ezmê Musena Samerayî ji bo posta serokê parlamentoyê namzed bû.
Hevpeymaniya Ezmê di daxuyaniyekê de got, "Musena Samerayî namzedê wan ê ji bo posta serokê parlamentoyê ye."
Ezmê diyar kir ku her gotineke li ser vekişîna namzedê wan bê kirin ne rast e.
Biryar e sibe 29ê Kanûna Pêşîn civîna yekem a xûla nû ya parlamentoyê bê kirin û tê de serokê parlamentoyê û du alîkarên wî bên hilbijartin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse