Vekişîna hêzên Amerîkayê dest pê kir

29-08-2025
RÛDAW
Nîşan Hêzên Amerîkayê Vekişîna Amerîkayê Îraq
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Pêvajoya vekişîna hêzên Amerîkayê ya ji Bexdayê dest pê kir.

Hêzên Amerîkayê li Hewlêrê bi cih dibin.

Çavkaniyên ewlehiyê yên li Îraqê ragihand ku leşkerên Amerîkayê dê sibe dest bi vekişîna ji deverên girîng ên Bexdayê bikin.

Heman çavkaniyan ji Rûdawê re tekez kir ku ev vekişîn nayê wateya derketina ji Îraqê dibe ku hêzên wan li Hewlêrê ji nû ve bên bicihkirin.

Şêwirmendê Komîteya Ewlehî û Parastinê ya Encûmena Parêzgeha Enbarê jî piştrast kir ku hêzên Amerîkayê dê ji baregeha Eyn el Esedê jî vekişin.

Hûrgiliyên vekişînê

Li gorî agahiyên ku Rûdawê ji çavkaniyan wergirtine, xalên sereke yên ku hêzên Amerîkî dê jê vekişin ev in:

“Herêma Kesk a Bexdayê, Balafirgeha Navneteweyî ya Bexdayê û baregeha Fermandariya Operasyonên Hevbeş a li Bexdayê.”

Her wiha, pêvajoya vekişînê dê baregeha leşkerî ya Eyn el Esedê ya li Enbarê jî li xwe bigire.

Baregeha Eyn el Esedê ku heta niha mazûvaniya gelek rahênerên leşkerî yên Amerîkayê dikir, yek ji navendên herî girîng ên perwerdeyê yên Koalîsyonê ya li dijî DAIŞê bû.

Ev pêngav di çarçoveya çalakiyên Koalîsyonê de tê avêtin ku ji sala 2014an ve li ser daxwaza fermî ya hikûmeta Îraqê li dijî DAIŞê bi cih bûbû.

Hêza sereke ya Koalîsyonê Amerîka bû.

Çavkaniyên ewlehiyê tekez kir ku vekişîn li gorî peymana di navbera Îraq û Koalîsyonê de pêk tê û tê payîn ku ev pêvajo xizmeta serweriya Îraqê bike.

Bicihkirina li Hewlêrê

Li Îraq û Herêma Kurdistanê nêzîkî 2 hezar û 500 leşkerên Amerîkayê hene.

Li gorî agahiyan, hêzên ku vedikişin dê ji Îraqê dernekevin û dibe ku li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê ji nû ve bên bicihkirin.

Ji aliyekî din ve, Şêwirmendê Komîteya Ewlehî û Parastinê ya Encûmena Parêzgeha Enbarê Ebdullah Cixêfî jî ji Rûdawê re got:

"Li gorî agahiyên me, vekişîna sibe dê baregeha Eyn el Esedê ya li Enbarê jî li xwe bigire.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst