Helbûsî: Ti pirsgirêkên min bi Kurdan re nînin

2 demjimêr berê
RÛDAW
Mihemed Helbûsî ji Rûdawê re axivî / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Mihemed Helbûsî ji Rûdawê re axivî / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Mihemed Helbûsî Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Partiya Teqedûmê Mihemed Helbûsî piştî hilbijartinên desteya serokatiya Parlamentoya Îraqê ragihand ku ti pirsgirêkên wî bi gelê Kurd re nîne û Kurd parçeyekî birûmet ê Îraqê ne.

Serokê Partiya Teqedûmê Mihemed Helbûsî piştî dengdana ji bo diyarkirina birêvebiriya nû ya Parlamentoya Îraqê pirsên Nûçegihanê Rûdawê bersivandin û peyamên girîng dan gelê Kurd û pêvajoya siyasî.

Mihemed Helbûsî bal kişand ser wê yekê ku nabe nakokiyên di qada siyasetê de bandorê li pêwendiyên civakî bikin.

"Gelê Kurd perçeyek ji me ye"

Mihemed Helbûsî li ser daxuyaniyên xwe yên berê yên derbarê Kurdan got, "Gelê Kurd perçeyek ji gelê me, ji gelê Îraqê ye, em bi wan serbilind in.

Em bawer dikin ku giringîdana bi hemû pêkhateyên gelê Îraqê, bi taybetî jî birayên me yên Kurd jiyanî ye."

Mihemed Helbûsî tekez kir ku ew li dijî cudakariya li ser bingeha etnîkî ye û wiha axivî:

"Bi şexsî ti pirsgirêkekên min a neteweyî yan etnîkî bi wan re nîne, pirsgirêka min bi gelê Kurd re nîne.

Dibe ku carinan di navbera me û aliyên siyasî yên Kurd de cudahiya fikran û nakokî çêbibin, ev di cewherê siyasetê de heye.

Lê li cem xelkê ew xizmên me ne û perçeyek ji canê me ne."

Ji bo Serokkomariyê çav li Kurdistanê ye

Serokê Teqedûmê behsa qonaxa krîtîk a bê ya hilbijartina Serokkomariyê jî kir û îşaret bi dan û standinên navbera partiyên Kurdan kir.

Mihemed Helbûsî diyar kir ku ew li bendê ne partiyên Herêma Kurdistanê li ser namzedê serokkomariyê di xaleke hevpar de bigihîjin hev û got:

"Ji bo posta Serokkomariyê em li benda wê yekê ne ku birayên me yên li Herêma Kurdistanê di navbera xwe de li hev bikin."

Di dengdanên ku îro li Parlamentoya Îraqê hatin kirin de, namzedê Partiya Teqedûmê Heybet Helbûsî wekî Serokê Parlamentoyê hat hilbijartin û namzedê PDKyê Ferhad Etrûşî jî bû Alîkarê Duyem ê Serokê Parlamentoyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst