Li Siwêdayê 560 kes winda ne

02-08-2025
RÛDAW
Nîşan Siwêda Winda Durzî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Siwêdayê di şer û pevçûnan de 560 kes winda bûne ku di nav wan de jin û zarok jî hene.

Parêzgeha Siwêdayê hîn jî di bin bandora pevçûnên kujer ên 13ê Tîrmehê de ye ku di navbera komên eşîrî yên ser bi hikûmetê ve û komên xwecihî yên Durzî de derketibûn.

Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku di encama wan şer û pevçûnên dijwar de herî kêm 560 kes winda bûne.

Li gorî SOHRê di nav windayan 52 jin û 26 jî zarok in.

Çarenivîsa kesên windabûyî hîn jî ne diyar e û ev yek tirs û fikaran di nava malbatên wan de zêde dike.

Malbat daxwaz dikin ku cihê xizmên wan bê eşkerekirin û ewlehiya wan bê garantîkirin.

Her çiqas 19ê Tîrmehê ji bo kontrolkirina krîzê lihevkirinek hatibe ragihandin jî, metirsî li ser çarenivîsa kesên winda bûne berdewam in.

Malbatên qurbaniyan bangî aliyên pêwendîdar dikin ku çarenivîsa xizmên wan eşkere bikin û parastina wan misoger bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst