Hewlêr (Rûdaw) - Ajansa Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) ragihand ku piştî rûxandina desthilata Beşar Esed nêzîkî 850 hezar penaberên Sûriyeyê ji welatên cîran vegeriyane welatê xwe.
Alîkara Komîserê UNHCRê Kelly Clementsê got ku dibe ev hejmar di hefteyên pêş de bigihêje milyonekê.
Kelly Clementsê her wiha da zanîn ku milyonek û 700 hezar kesên ku di nava Sûriyeyê de koçber bûbûn jî vegeriyane cih û warên xwe.
"Derfetek e"
Clementsa ku ev sê roj in li Sûriyeyê ye, rewş wekî "qonaxeke zindî" bi nav kir û got:
"Derfetek e ku em ji bo krîza herî mezin a koçberiyê ya 14 salên borî çareseriyê bibînin."
Şerê navxweyî yê Sûriyeyê Adara 2011an dest pê kiribû, bûbû sedema mirina nêzîkî nîv milyon kesan.
Her wiha ji nifûsa welêt a 23 milyonî, nîvê wê koçber bûbû û zêdetirî 5 milyon kesî jî welat terikandibû.
Alîkara Komîserê UNHCRê diyar kir ku wê di serdana xwe de li ser sînorê Libnanê rêzên dirêj ên kamyon û mirovan dîtiye ku li benda vegera bo Sûriyeyê bûn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse