YPGê li bakurê Efrînê êrîşî Artêşa Azad kir

03-09-2019
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li bakurê herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, li derdora bajarokê Ezazê di navbera YPGê û çekdarên Artêşa Sûriyeya Azad (Artêşa Azad) de şer derket û di encamê de çekdarekî Artêşa Azad hat kuştin û 2 çekdar jî birîndar bûn.

Li gor nûçeya ajansa fermî ya dewleta Tirkiyê, Anadoluyê, şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li derdora bajarokê Ezazê ku dikeve bakurê Helebê û herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, êrîşî çekdarên Artêşa Sûriyeya Azad (Artêşa Azad) kirine.

Hatiye ragihandin, ku şer û pevçûn di navbera YPGê û çekdarên opozisyonê yên li bin sîwana Artêşa Azad de, li gundê Merenazê çêbûye. Li gor wan zanyariyan, şervanên YPGê hewl dane, derbasî gund bibin ku pevçûn derketiye.

Di encama pevçûnan de, çekdarekî opozisyonê hatiye kuştin û 2 çekdarên din jî birîndar bûne.


Artêşa Tirkiyê gundên Til Rifetê topbaran kir

 

Li aliyekê din, piştî pevçûna navbera YPGê û Artêşa Azad, topxaneya Artêşa Tirkiyê îro di saetên sere sibehî de, pêgehên şervanên YPGê li herêma Til Rifetê topbaran kirin.

Çavkaniyên nêzîkî YPGê jî dane xuyakirin, ku gundên Merenaz, Şewarxe û Biloniyê û herwiha Kelheya Şewarxe yên ser bi Til Rifetê bi giranî ji aliyê artêşa Tirkiyê ve hatine topbarankirin.

Bajarokê Ezaz, Cerablus û bajarê El Babê ku dikevine bakur û bakurê rojhilatê bajarê Helebê, di kontrola artêşa Tirkiyê û çekdarên Artêşa Azad de ne.

Herwiha herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê jî ji 18ê Adara 2018an ve di bin kontrola hêzên Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê de ye.

Piştî ku Efrîn kete bin kontrola Tirkiyê û grûpên çekdar, hêzên YPGê ber bi herêma Şehbayê ve vekişiyan, ku navenda wê bajarê Til Rifet e. Herwiha 12 gundên ser bi bajarokê Şerawa ya Efrînê jî hêj di kontrola YPGê de mane.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst