Diyaloga HSD û Şamê didome: Civînên nû di rê de ne

18 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Peymana HSD û Şamê Sûriye Rojavayê Kurdistanê Mezlûm Ebdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şandeyeke Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û nûnerên hikûmeta Sûriyeyê li Şamê civiyan.

Li gorî medyaya fermî ya Sûriyeyê, her du alî li ser berdewamiya civînan li hev kiriye.

Medyaya fermî ya Sûriyeyê ragihand ku civîna li Şamê bi beşdariya Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî birêve çûye.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku her du alıyan li ser wê yekê li hev kiriye ku civînên li Şamê bidomin.

Medyaya fermî ya Sûriyeyê li ser zarê berpirsekî hikûmetê eşkere kir ku her du alî li ser şopandina bicihkirina Peymana 10ê Adarê li hev kiriye.

10ê Adara 2025an, şandeya hikûmeta Sûriyeyê ya bi serokatiya Ehmed Şer û Mezlûm Ebdî li hev civiyabûn û peymanek îmze kiribûn.

Xala herî girîng a wê peymanê tevlîbûna hêzên HSDyê ya di nav artêşa Sûriyeyê de bû.

Li hêla din, hinek çavkaniyên nêzîkî hikûmeta Şamê û medyaya Tirkiyeyê îdia dikin ku di civînê de ti encameke berbiçav derneketiye.

Televîzyona dewletê ya Sûriyeyê El-Îxbariyeyê ragihand ku hevdîtinan encameke ku bicihkirina Peymana 10ê Adarê bilez bike bi dest nexistiye.

Her wiha Berpirsê Navenda Ragihandinê ya HSDyê Ferhad Şamî teqez kir ku mijara sereke ya civînê "tevlîbûna leşkerî" bûye. Ferhad Şamî ji ser hesabê xwe yê Xê daxuyanî da.

Ferhad Şamî di daxuyaniya xwe de diyar kir ku civîna di navbera şandeyek ji fermandariya hêzên wan û berpirsên hikûmeta Şamê de bi dawî bûye.

Berpirsê HSDyê di daxuyaniyê de diyar kir ku hûrgilî û encamên civînê dê piştî temambûna şêwiran bi awayekî fermî ji raya giştî re bên ragihandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst