Sûriyeyê sembola nû ya dewletê diyar kir

04-07-2025
Solîn Mihemed Emîn
Sûriyeyê sembola nû ya dewletê diyar kir / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Sûriyeyê sembola nû ya dewletê diyar kir / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Sûriye Sembola Nû Baz
A+ A-

Şam (Rûdaw) - Hikûmeta Sûriyeyê bi merasîmeke fermî sembola xwe ya nû ya dîtbarî ragihand û Baz (Şahîn) wekî sembola nû ya dewletê destnîşan kir.

Hikûmeta Sûriyeyê li Koşka Gel a li Şamê û bi amadebûna Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer sembola nû ya dîtbarî ragihand.

Armanca vê pêngavê ew e ku Sûriye derbasî qonaxeke nû ya bipêşketinê bibe û yekîtiya xwe ya niştimanî bi hêz bike.

“Gelê Sûriyeyê yek û yekgirtî ye”

Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer di axaftina xwe ya di merasîmê de teqezî li ser wê yekê kir ku sembola nû yekîtî û hevgirtina Sûriyeyê nîşan dide û got:

"Gelê me yê mezin, ev nasnameya ku em îro radigihînin, nûnertiya Sûriyeya ku perçebûn û dabeşbûnê qebûl nake dike.

Ew (gelê Sûriyeyê) ji bakur heta başûr û ji rojhilat heta rojava yek û yekgirtî ye."

Ehmed Şer her wiha got ku nasnameya nû hewl dide "kesayetiya Sûriyeyê sererast bike û bawerî û rûmetê li welatiyan vegerîne" da ku bibin "kesên çalak li welatê xwe."

Li şûna sembola berê teyrê baz

Sembola nû guherînên bingehîn li xwe digire, ya herî berbiçav pejirandina balindeyê "Baz" wekî sembola fermî ya dewletê ye.

Her wiha dîzayna nasnameyên kesane, pasaport û pereyên kaxezî tên nûkirin û reng û tîpên nivîsînê di saziyên hikûmetê de tên yekxistin.

"Em hest dikin ku welatekî me heye"

Ev ragihandin di nav derdorên hikûmetê de rastî dîtineke erênî ya berfireh hat.

Şêwirmenda Wezareta Kar û Barên Civakî Melek El Omeriyê ev kêlî wek "werçerxaneke dîrokî" bi nav kir û ji Rûdawê re got:

"Ev cara yekem e em hest dikin ku welatekî me heye. Paşerojeke geş li pêşiya me ye. Ez wisa dibînim ku Sûriye dê bibe cihekî hêja."

"Îro em jidayîkbûna azadiyeke nû dibînin”

Birêvebira Ofîsa Kar û Barên Jinan a Birêvebiriya Kar û Barên Siyasî Eyşe El Dibis jî ev roj wekî "jidayîkbûneke nû" ya ji bo Sûriyeyê pênase kir û ji Rûdawê re got:

"Îro em jidayîkbûna azadiyeke nû dibînin.

Gelê Sûriyeyê dê xwe ji nû ve ava bike û mîna teyrê baz ê ku ji nav kavilan radibe, dê rabe ser pêyan.

Ez vê rojê di dîroka Sûriyeyê de wekî rojeke dîrokî dibînim."

Hêjayî gotinê ye ku amadekirina projeya sembola dîtbarî bi beşdariya hunermend û dîzaynerên ji Sûriyeyê û derveyî welat, nêzîkî 7 mehan dewam kir.

Ragihandina sembolê jî bi ahengên girseyî yên ku li gelek parêzgehên Sûriyeyê hatin lidarxistin re hevdem bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst