Hewlêr (Rûdaw) - Serokê demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şer derbarê hilbijartinên Meclisa Gel a Sûriyeyê got, “Gelê Sûriyeyê ji qonaxa şer derbasî qonaxa hilbijartinan bû.”
Piştî nemana birêvebiriya Beşar Esed, li 11 parêzgehên Sûriyeyê ji bilî Siwêda, Reqa û Hisîçayê, hilbijartin hatin lidarxistin û 1574 namzed ji 50 herêmên hilbijartinê beşdarî bûn.
"Sûriye di nav veguhertineke mezin de ye"
Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Sûriyeyê SANAyê, EHmed Şer di dema serdana xwe ya ji bo Pirtûkxaneya Neteweyî ya li Şamê de ji bo şopandina pêvajoya hilbijartinê, daxuyaniyek da.
Ehmed Şer diyar kir ku di heft mehên dawî de Sûriye di nav "veguhertineke mezin" de derbas bûye.
Şer anî ziman ku pêvajoya hilbijartinê "li gorî şert û mercên heyî û qonaxa veguhêz a welat" e û tekez kir ku divê hevgirtin û beşdariya ku Sûriyeyiyan nîşan daye, were teqdîrkirin.
Şer got, "Hevgirtin û samîmiyeta ku gelê Sûriyeyê di vê kêliya dîrokî ya hestiyar de nîşan daye, gelekî girîng e.
Divê Sûriyeyî jî bi vê rewşê serbilind bin, ji ber ku di nava çend mehan de ji serdema şer, kaos, wêranî û rûxandinê derbasî qonaxeke nû ya hilbijartin û beşdariya giştî bûn."
"Avakirina Sûriyeyê berpirsiyariya me hemûyan e"
Ehmed Şer destnîşan kir ku ji nû ve avakirina welat berpirsiyariyeke kolektîf e û wiha got:
"Ev pêvajo ne karê kesekî yan jî pêkhateyekê ye, divê hemû Sûriyeyî beşdarî vê pêvajoyê bibin."
Serokê demkî yê Sûriyeyê da zanîn ku Meclisa Gel a nû dê di amadekirina yasayan, erêkirina budceyan û çavdêriya hikûmetê de roleke girîng bilîze û hêvî kir ku meclis "ji bo Sûriyeyê bibe destpêkeke bihêz".
Şer axaftina xwe wiha bi dawî kir:
"Avakirina paşeroja Sûriyeyê erkê me hemûyan e. Ev hilbijartin gaveke dîrokî ye ku nûnertiya gel xurt dike."
Wî her wiha baweriya xwe anî ziman ku welat dê di dema pêş de bigihîje serkeftinên nû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse