Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer biryarnameyeke nû derxist û betlaneyên fermî yên welat ji nû ve sererast kirin.
Ehmed Şer bi biryarnameya nû, "Cejna Rizgariyê" (8ê Kanûnê) ku roja ketina rejîma Esed e û "Bîranîna Destpêkirina Şoreşa Sûriyeyê" (18ê Adarê) wekî betlaneyên fermî li lîsteyê zêde kirin.
Di heman demê de, bi biryarnameya nû re 4 merasîmên serdema berê ku betlaneyên fermî bûn hatin betalkirin.
Ew merasîmên hatine betalkirin jî ev in; "Şoreşa 8ê Adarê", "Cejna Mamosteyan", "Şerê Çiriyê" û "Cejna Şehîdan.
Di lîsteya nû de cejnên olî û neteweyî yên wekî Cejna Remezanê, Cejna Qurbanê, Sersala Koçî, Cejna Zayînê (Mîlad), Cejna Paskalyayê (Vejîn), Cejna Serxwebûnê (Cela) û Cejna Karkeran cih digirin.
Biryarname diyar dike ku ew saziyên ku karê wan divê di betlaneyan de berdewam be, dikarin ji vê biryarê muaf bin.
Her wiha hatiye destnîşankirin ku dê dîrokên hinek cejnên olî yên guherbar, paşê bi daxuyaniyên fermî werin eşkerekirin.
Biryarnameya nû di heman demê de biryarnameya hejmar 474 a sala 2004an û her tiştê dijberî wê betal dike.
Çavkaniyên medyayê, pejirandina Roja Şoreşa Sûriyeyê wekî betlaneya fermî, wekî nîşaneyeke sembolîk li ser girîngiya 18ê Adara 2011an şîrove kirin.
Li gorî wan, ew roj ku çirûska yekem a tevgera gelêrî ji Derayê dest pê kir, di dîroka Sûriyeyê de xaleke werçerxanê ye.
Lîsteya betlaneyên fermî yên nû wisa ne:
Cejna Remezanê: 3 roj
Cejna Qurbanê: 4 roj
Sersala Koçî: Rojek
Cejna Jidayikbûna Pêxember: Rojek
Sersala Zayînî (1ê Kanûna Paşîn): Rojek
Cejna Zayînê (Mîlad) li cem hemû mezheban (25ê Kanûnê): Rojek
Cejna Dayikê (21ê Adarê): Rojek
Cejna Serxwebûnê (17ê Nîsanê): Rojek
Cejna Paskalyayê (Vejîn) li cem mezhebên rojhilatî: Rojek
Cejna Paskalyayê (Vejîn) li cem mezhebên rojavayî: Rojek
Cejna Karkeran (1ê Gulanê): Rojek
Cejna Rizgariyê (8ê Kanûnê): Rojek
Cejna Şoreşa Sûriyeyê (18ê Adarê): Rojek
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse