Hewlêr (Rûdaw) - Di heman dema destbikarbûna komîteya "redkirina sitemkariyan" li herêma Efrînê ji bo vegerandina mal û milkên talankirî ji bo xwediyên wan, kiryarên talankirinê li wê herêma Rojavayê Kurdistanê ji aliyê grûpên çekdar ên girêdayî Îtîlafa Opozisyona Sûriyê û Tirkiyê ve zêde dibin. Îtîlafa opozisyona Sûriyê ragihandiye ku wê ew komîte dirust kiriye, da ku mafên xelkê herêmê li wan vegerîne.
Nesir Herîrî, Serokê Îtîlafa Opozisyona Sûriyê roja Înê 31ê Cotmeha 2020an serdana herêma Efrînê kiribû û bi gotina wî bi xwe, wî ligel endamên komîteyê yên serbazî û sivîl çend dosyeyên desteserkirina mal û milkên xelkê çareser kirin.
Di dîmenên vîdyoyî yên taybet bi wê serdanê de, Herîrî ligel welatiyekî herêmê diaxive û paşê radigihîne ku xaniyê wî lê hatiye vegerandin.
Herîrî dibêje: “Ev birayê me ji Efrînê ye. Îro ji aliyê komîteya redkirina sitemkariyan ve xaniyê wî ji bo wî hat vegerandin. Şaşitî li nav hemû civakan hene, lê ya şaş ew e ku em di şaşitiyê de berdewam bin. Lê em îro rûpeleke nû vedikin.”
Lê di heman demê de, kiryarên destdanîna ser malên xelkê û talankirina berhemên wan berdewam in.
Li gor Rêxistina Mafê Mirovan li Efrînê, efserekî Tirkuman, bi navê Ebû el-Mecid, ku xelkê Izazê ye û ligel Istixbarata Tirkiyê kar dike, destê xwe danaye ser xaniyê welatiyê Kurd, Mihemed bavê Ziyad ji gundê Kurzêlê, li nahiyeya Şêrawa. Heman Rêxistin diyar dike ku efserê navborî piştî dest danaye ser xaniyê wî welatiyî li gundê Tirindê, nêzî Efrînê, gefa revandinê lê xwariye eger gilî bike.
Li gundê Qitmê jî, Çekdarên el-Cebhe el-Şamiye û malbatên wan ên hawîrde, ji bo sêyem sal, berhema 800 darzeytûnên welatî Ednan Marîka talan dikin, ku dike nêzî 2500 tenekeyên zeytê.
Berdevkê Rêxistina Mafê Mirovan-Efrîn, Îbrahîm Şêxo derbarê komîteya ser bi Îtîlafê de ji Rûdawê re got: “Ew dixwazin rûçikê dagîrkeriya Tirkiyê, Îtîlafa Sûriyê û ew grûpên girêdayî wan spî bikin. Ew tiştekî venagerînin. Pir kes çûn da ku mal û milkên xwe vegerînin, lê tiştek nedan wan. Ew grûp jî gefê li wan kesan dixwun. Em jibîr nekin ku kesên rêveberiya wê komîteyê dikin, yek Mihemed Hemadîn e, efserê bi pileya mûqedem e di polîsên serbazî de li Efrînê û gelk kiryar û binpêkirin kirine, û yek jî Nîdal Biyanûnî ye ku fermandeyekî el-Cebhe el-Şamiye ye. El-Cebhe el-Şamiye dest danaye ser taxa Eşrefiyê li Efrînê, û El-Cebhe el-Şamiye, ji destpêka dagîrkeriyê heta niha, dest danaye ser bêhtir ji 500-600 malên Kurdan.”
Îtîlafa Opozisyona Sûriyê li ser hejmara xwe ya Tora Civakî ya Twitterê ragihandibû ku, 900 kesî li Efrînê gilî ji bo vegerandina mal û milkên xwe li ba bakomîteyê kiribûn. Li gor Îtîlafê, 291 dosye ji wan giliyan hatine çareserkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse