Hewlêr (Rûdaw) – Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku Amerîka hewl dide balafirgehên li çolistana Sûriyeyê kontrol bike û baregehên leşkerî li wan deveran ava bike.
Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) amaje bi wê yekê kir ku ev gav di çarçoveya hewlên Washingtonê yên ji bo bihêzkirina hebûna xwe ya leşkerî ya li herêmê û bidestxistina cihên stratejîk de ye.
SOHRê her wiha da zanîn ku 1ê mehê hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî yên li baregeha Tenefê, li gel Hêzên Ewlehiya Çolistanê çûne serdana Balafirgeha Sînê ya Leşkerî ya li navçeya Dumeyrê ya çoltera Şamê.
Li gorî agahiyan, şandeya Hevpeymaniya Navneteweyî ji bo ku ji rewşa meydanî û lojîstîkî agahdar bibe, li nav balafirgehê geriyaye.
Armanc ew bûye ku amadehiya balafirgehê û îhtimala bikaranîna wê ya di çarçoveya çalakiyên hevpeymaniyê de Sûriyeyê binirxînin.
Hêzên Artêşa Sûriyeya Azad piştî rûxîna desthilata Beşar Esed ji nû ve hatin birêxistinkirin û tevlî Wezaretên Parastin û Navxwe yên Sûriyeyê bûn.
Navê wan wekî "Hêzên Ewlehiya Çolistanê" hat guhertin û bi hevahengiya bi hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî re dixebitin.
Baregehên nû tên avakirin
SOHRê 24ê Çiriya Pêşîn ragihandibû ku Hevpeymaniya Navneteweyî dest bi avakirina xaleke nû ya leşkerî li derveyî herêma 55 kîlometreyan a li ser sînorê Sûriye-Îraq-Urdinê û li nêzîkî rêya navneteweyî ya Bexda-Şamê kiriye.
Hatibû diyarkirin ku armanca vê gavê rahênana çekdarên nû ye.
Her wiha 16ê Çiriya Pêşîn li bajarê Tedmûrê (Palmîra) û derdora wê tevgereke leşkerî ya neasayî ya hêzên Amerîkayê hatibû dîtin.
Li gorî çavkaniyên xwecihî, hêzên Amerîkayê li bajarê Tedmûrê û keleha wê ya dîrokî geriyabûn û di heman demê de dron li ser herêmê ji bo girtina wêneyan û keşfa asmanî firiyabûn.
Hêzên Amerîkayê û Hevpeymaniya Navneteweyî bi salan e li baregeha Tenefê û li Rojavayê Kurdistanê li baregehên leşkerî bi cih bûne û ji wan deran operasyonên li dijî DAIŞê didin destpêkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse