Hewlêr (Rûdaw) - Rêberêkî diyar ê Elewiyên Sûriyeyê bangî alîgirên mezheba xwe kir ku pîrozbahiyên salvegera rûxîna desthilata Beşar Esed boykot bikin û desthilatdarên nû wekî "zordar" pênase kir.
Her wiha li Rojavayê Kurdistanê jî kombûn hatin qedexekirin.
Ji dawiya meha Çiriya Paşîn ve, beşeke Sûriyeyiyan amadehiya salvegera yekemîn a rûxîna desthilata Beşar Esed a 8ê Kanûna Pêşîn dikin.
Berî salekê, 8ê Kanûna Pêşîn a 2024an û piştî nêzîkî 14 salan şer, Heyeta Tehrîr El Şamê dawî li wê desthilatê anîbû.
Piştî ku Beşar Esed ji desthilatê hat xistin ku ew bi xwe jî Elewî ye, kêmîneya Elewiyan li wî welatî bûn armanca êrişan.
Meha Adara borî jî li herêmên beravê ku navenda wan a sereke ye, di rêzetundiyeke mezhebî de bi sedan kes hatin kuştin.
"Rejîmeke zordartir ferz dikin"
Serokê Encumena Îslamî ya Elewiyan a Sûriyeyê Xezal Xezal di peyameke vîdeoyî ya li ser Facebookê de got:
"Di bin dirûşma azadiyê de, dixwazin ahenga guhertina rejîmeke zordar bi rejîmeke zordartir li ser me ferz bikin.
Tevî hewldanên wan ên ji bo şikandina me bi awayê herî xerab bi rêya girtin, kuştin, serjêkirin, revandin û gefxwarina li debara me, niha me neçar dikin ku em beşdarî ahengekê bibin ku li ser xwîn, êş û janên me hatiye avakirin û dixwazin me bêdeng bikin."
Xezal Xezal gef xwar û da zanîn:
"Em dê bi bersiveke zelal, aştiyane û bikom, rûbirûyî destdirêjiyên wan bibin."
Banga greva giştî
Xezal banga "greva giştî" kir û ji xelkê xwest ku ji 8 heta 12ê Kanûna Pêşîn ji malên xwe dernekevin.
Ev yek wekî redkirina "bihêzkirina zordariyeke nû" ye ku wekî ew dibêje, "ji ya berê zordartir û hovtir e."
Li gorî amarên desthilatdarên niha yên Sûriyeyê, di tundiya mezhebî ya meha Adarê de herî kêm hezar û 426 Elewî hatine kuştin.
Nêrîngeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) hejmara kuştiyan wekî zêdetirî hezar û 700 kesî texmîn dike.
Dawiya meha borî, piştî ku Xezal banga nerazîbûnê kiribû, li herêmên beravê bi hezaran kesan li dijî êrişên nû yên li ser kêmîneyan xwenîşandan kirin.
Li Rojavayê Kurdistanê kombûn hatin qedexekirin
Rêveberiya Xweser jî biryar daye ku rojên yekşem û duşemê kombûn û çalakiyên girseyî qedexe bike.
Qamişloyê sedema biryarê bi "rewşa ewlehiyê û zêdebûna tevgera şaneyên terorîst" ve girê da.
Li gorî biryarê, di vê demê de reşandina guleyan û bikaranîna fîşekên hewayî jî qedexe ne.
Rêveberiya Xweser berê razî bûbû ku heta dawiya îsal saziyan tev li hikûmeta Şamê bike lê pêvajo hêdî bûye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse