Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokkomarê demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şer bi telefonê axivîn.
Di pewendiyê de mijara sereke êrişa li taxên Kurdan ên li Helebê, Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê û "bidawîanîna diyardeyên çekdarî" bû.
Serokkomariya Sûriyeyê daxuyaniyek belav kir û ragihand ku Ehmed Şer û Erdogan “pêşhatên dawî yên li qada Sûriyeyê û rêyên xurtkirina aramiyê gotûbêj kirine.”
Li gorî daxuyaniyê, Ehmed Şer tekezî li ser "serweriya dewletê ya li ser hemû axa Sûriyeyê" kiriye û gotiye:
"Pêşaniya me ya niha parastina sivîlan, dabînkirina ewlehiya derdora bajarê Helebê û bidawîanîna diyardeyên çekdarî yên neyasayî ye ku rê li ber pêvajoya jinûveavakirinê digirin."
Hikûmeta demkî ya Sûriyeyê ji roja sêşemê ve êrişî taxên Kurdan ên li Helebê, Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê dike û dixwaze Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) ji wir derxe.
Piştgiriya Erdogan
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Erdogan piştgiriya welatê xwe ya ji bo hewlên Şamê yên "xurtkirina ewlehî û aramiyê" nîşan daye û bal kişandiye ser girîngiya "hevahengiya hevpar a ji bo rûbirûbûna gef û dijwariyan."
Her du aliyan li ser berdewamiya hevahengiya nêzîk a saziyên peywendîdar ên her du welatan li hev kiriye ku "têgihiştinên hevpar werin bicihkirin."
Çi qewimîbû?
Ev pewendiya telefonî di demekê de pêk hat ku Rêveberiya Xweser di daxuyaniyekê de Tirkiye bi awayekî rasterast ji êrişên li taxên Kurdan ên li Helebê berpirsyar dîtibû.
Rêveberiya Xweser ragihandibû, "Ji ber piştgirî û hêsankariya ji bo van koman, em dewleta Tirkiyeyê rasterast ji van sûcan berpirsyar dibînin."
Asayîşê jî ragihandibû ku ew di bin dorpêçê de ne û Artêşa Ereban aa Sûriyeyê û komên girêdayî wê hewl didin bikevin taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê lê rastî berxwedaneke tund tên.
السيد الرئيس أحمد الشرع يبحث مع الرئيس رجب طيب أردوغان هاتفيًا مستجدات الساحة السورية وسبل تعزيز الاستقرار.#رئاسة_الجمهورية_العربية_السورية pic.twitter.com/aTweextCur
— رئاسة الجمهورية العربية السورية (@SyPresidency) January 8, 2026
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse