Asayîşa Rêveberiya Xweser: Dixwazin zererê bidin sivîlan

22 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Şêx Mesûd Eşrefiye Heleb Asayîş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Ewlehiya Navxwe ya Helebê ragihan ku ku komên çekdar bi taybetî bi şev taxên Kurdanên li Helebê topbaran dikin da ku herî zêde zererê bidin sivîlan.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlehiya Navxwe (Asayîş) a Helebê ragihand ku di êrişên komên girêdayî hikûmeta Sûriyeyê yên li ser taxên Kurdan de hejmara şehîdan derketiye 8an û ya birîndaran jî bûye 57.

Asayîşê diyar kir ku ev sê roj in êrişên bi tank, top û dronan li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê bênavber didomin.

Li gorî daxuyaniya Asayîşa Helebê, komên çekdar ên girêdayî hikûmeta Sûriyeyê ev sê roj in taxên ku sivîl lê dijîn dikin hedef û ev yek wekî "zêdekirina aloziyê ya plankirî" hat pênasekirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Di encama topbaran û êrişên bi dronan de heta niha 8 sivîlan canê xwe ji dest daye û 57 kes jî birîndar bûne."

"Bi şev topbaranê zêde dikin"

Asayîşê da zanîn ku komên çekdar bi taybetî bi şev topbaranê zêde dikin da ku herî zêde zererê bidin sivîlan.

Her wiha hat ragihandin ku tank û zirxpoşên nû sewqî herêmê kirine û bi hezaran çekdarên ku hinek ji wan biyanî ne, li derdora taxan hatine bicihkirin da ku dorpêçê tundtir bikin.

Êrişa li ser Kasteloyê têk çû

Li gorî daxuyaniyê, hewldana komên çekdar a ji bo pêşveçûna li ser xeta Kasteloyê bi berxwedana hêzên Asayîşê têk çûye.

Hat diyarkirin ku piştî vê têkçûnê, çekdaran dest bi "siyaseta cezakirina bikom" kiriye wekî elektrîk qut kirine û rê nadin xwarin û derman derbasî taxan bibin.

Asayîşê destnîşan kir ku ev kiryar binpêkirina eşkere ya hiqûqa navneteweyî ya mirovî ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst