Artêşa Ereban a Sûriyeyê: Em dê bi dijwarî êrişî baregehên HSDyê bikin

21 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Taxên Kurdan Heleb HSD Artêşa Ereban a Sûriyeyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Desteya Operasyonan a Artêşa Ereban a Sûriyeyê ragihand ku ji demjimêr 13:30ê îro ve qedexeya hatûçûnê hatiye ragihandin û daxwaz ji xelkê kir ku xwe ji baregehên HSDyê dûr bixe.

Desteya Operasyonan a Artêşa Ereban a Sûriyeyê li ser platforma Xê daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, "Ji demjimêr 13:30ê paşnîvro ve heta demeke nediyar li taxên Şêx Meqsûd, Eşrefiye û Benî Zêdê qedexeya hatûçûnê hatiye ragihandin."

Artêşê her wiha hişyarî da xelkê wan herêman ku xwe ji xal û baregehên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) dûr bixin.

"Dê baregehên HSDyê werin hedefgirtin"

Desteya Operasyonan destnîşan kir ku ew dê "ji demjimêr 13:30î ve bi dijwarî dest bi hedefgirtina hejmarek baregehên HSDyê yên li wan sê taxan bikin."

Berteka YPGyê: Sivîlan wekî mertal bi kar tînin

Ev daxuyaniya Artêşa Ereban a Sûriyeyê piştî wê yekê hat ku Berpirsê Navenda Ragihandinê ya YPGyê Siyamend Elî vîdeoyek belav kir û bersiv da.

Siyamend Elî li ser hesabê xwe yê Xê got:

"Li Helebê komên nêzîkî hikûmeta Şamê avahiyên xizmetguzariya sivîl dikin baregehên leşkerî û tankan tê de bi cih dikin.

Ji wir ve jî bi top û çekên giran taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê topbaran dikin."

Berpirsê YPGyê diyar kir ku ev kiryar binpêkirina yasayên navneteweyî ye û got:

"Bi leşkerîkirina avahiyên xizmetguzariya sivîl, bi awayekî eşkere yasayên navneteweyî bin pê dikin û bi qestî welatiyên sivîl û binesaziya wan wekî mertalên mirovî bi kar tînin ku ev tawanek e û nayê qebûlkirin."

Sêşemê ve êrişên Artêşa Ereban a Sûriyeyê yên bi tank û topan li wan her du taxên Kurdan dest pê kirine.

Li gorî Hêzên Ewlehiya Hundirîn a Helebê (Asayîş) ya ser bi Rêveberiya Xweser ve, êriş heta îro jî berdewam in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst