Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebiriya Sûriyeyê ji bo welatiyên Tirkiyeyê sepandina vîzeyê da destpêkirin.
Êdî welatiyên Tirkiyeyê dê bi hin merc û xercan karibin derbasî wî welatî bibin ku berê ketina wê bêvîze bû.
Li Sûriyeyê, bi rûxîna desthilata Beşar Esed û bidawîbûna şerê navxweyî re, serdemeke nû dest pê kir.
Di demekê de ku xebatên jinûveavakirinê li Sûriyeyê berdewam dikin, biryareke nû ya ku welatiyên Tirkiyeyê ji nêz ve eleqedar dike ket meriyetê.
Birêvebiriya Şamê xercên vîzeyê nû kir
Êdî dê ketina Sûriyeyê ku berê mirov dikaribû bêvîze geşt lê bikira, bi xerc be.
Birêvebiriya Şamê ku binesaziya xwe ya aborî û siyasî ji nû ve ava dike, xercên vîzeyê nû kir.
Ji bo welatiyên Tirkiyeyê vîze
Li gorî lîsteya ku Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê bi biryara xwe ya hejmar 128 a 6ê Tîrmeha 2025an weşandiye, welatiyên Tirkiyeyê dê li gorî dema mana xwe karibin bi vîzeyê derbasî Sûriyeyê bibin.
Vîzeya yekketinî dê 50 dolar, ya duketinî 75 dolar, û vîzeya pirketinî jî dê 100 dolar be.
Ji bo derbasbûnên transît jî xercek 25 dolarî hatiye diyarkirin.
Ji 5 welatan re muafiyet
Li gorî tarîfeya fermî ya ku hatiye weşandin, welatiyên Sirbistan, Urdun, Morîtanya, Lubnan û Malezyayê dê karibin bêvîze derbasî Sûriyeyê bibin. Lê Tirkiye ne di nav vê lîsteyê de cih girt.
Ji bo wesayîtên bi plaqeya Tirkiyeyê derbasbûn bi xerc e
Li gorî çavkaniyên Sûriyeyê, ji bo wesayîtên bi plaqeya Tirkiyeyê jî xercên nû yên derbasbûnê hatine diyarkirin.
Ji bo ketina demkî ya mehekê 50 dolar, ji bo sê mehan jî dê 200 dolar bê standin.
Hate ragihandin ku di rewşa dem bi ser re derbasbûnê de jî dê ji bo her hefteyê 110 dolar ceza bê birîn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse