Hewlêr (Rûdaw) - Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) doh ragihand ku wan li Sûriyeyê plansazekî payebilind ê El Qaîdeyê kuştiye.
Li gorî daxuyaniya CENTCOMê, êriş 2yê Çiriya Pêşîn hatiye kirin û di encamê de Mihemed Ebdulwehab Ehmed hatiye kuştin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku “Ehmed endamê koma Ensarulîslamê bû ku komeke terorîst a ser bi El Qaîdeyê ve ye."
Fermandarê CENTCOMê Admiral Brad Cooper ragihand:
"Hêzên Amerîkayê yên li Rojhilata Navîn ji bo nehiştin û têkbirina hewldanên terorîstan ên ji bo plansazkirin, rêxistinkirin û pêkanîna êrişan di amadebaşiyê de ne.
Em dê parastina welatê xwe, şervanên xwe, hevpeyman û hevkarên xwe yên li seranserê herêmê û derveyî wê bidomînin."
Operasyona dawî ya CENTCOMê ya li Sûriyeyê 19ê Îlonê bû.
CENTCOMê wê demê ragihandibû ku wan endamekî payebilind ê DAIŞê kuştiye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse